2. Selanîkî 3:1-18
3 Îcar birano, her tim ji bo me dua bikin, da ku peyva Yehowa zû belav bibe. Û çawa ku peyva wî di nav we de birûmet dibe, bila di nav kesên din de jî birûmet bibe.
2 Wekî din, dua bikin ku em ji destê mirovên xerab û zordar xelas bibin, çimkî her kes bawer nake.
3 Lê Xudan dilsoz e, ewê dilê we xurt bike û we ji Îblîs* biparêze.
4 Wekî din, wek şagirtên Efendiyê me şik û gumanên me tune ne ku hûn li gor rêberiya me hereket dikin û hûnê vê yekê bi dewamî bikin.
5 Bila Efendiyê me bi dewamî rêberiya dilê we bike ku hûn ji Xwedê hez bikin û bikarin tehemul bikin ji bo ku hûn bi dewamî li pey Mesîh herin.
6 Îcar birano, em bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh li we emir dikin ku hûn xwe ji her birayê ku ne bi rêk û pêk û ne li gor rêberiya ku we ji me standiye hereket dike, dûr bixin.
7 Hûn bi xwe dizanin ku hûn çawa dikarin me ji xwe re bikin emsal, çimkî rabûn û rûniştina me di nav we de bi rêk û pêk bû.
8 Me nanê tu kesî belaş nedixwar. Lê em bi ked û zehmet bi şev û roj dixebitîn, da ku em ji aliyê madî ve ji tu kesî re nebin barekî giran.
9 Heqê me hebû ku em alîkariyê ji we bixwazin. Lê me wisa nekir, ji ber ku me dixwest ku hûn me ji xwe re bikin emsal.
10 Gava em bi we re bûn, me dîsa û dîsa ev emir dida we: “Kesê ku naxwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe.”
11 Em dibihîzin ku di nav we de hin kes ne bi rêk û pêk dijîn, qet îş nakin û pozê xwe dixin meseleyên kesên din.
12 Em bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh li kesên wisa emir dikin ku ew jiyaneke bêdeng bajon. Wekî din, em wan tembîh dikin ku ew bi destê xwe îş bikin ku debara mala xwe bikin.
13 Lê hûn birano, dev jê bernedin ku qenciyê bikin.
14 Lê eger kesek guh nede rêberiya di vê nameyê de, bila çavê we li ser wî be* û êdî bi wî re hevaltiyê nekin, da ku ew şerm bike.
15 Lê belê, wî kesî wek dijmin nebînin, lê wek li birayê xwe bi dewamî şîretan li wî bikin.
16 Bila Xudanê aştiyê her tim û ji her aliyî ve aştiyê bide we. Bila Xudan bi we hemûyan re be.
17 Ez Pawlos, silavên xwe bi destê xwe dinivîsim. Ez her tim nameyên xwe wisa dinivîsim, da ku hûn bizanin ku min ev name nivîsî.
18 Bila qenciya mezin a Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we hemûyan be!