1. Selanîkî 3:1-13

  • Pawlos li Atînayê xeman dixwe (1-5)

  • Tîmotêyos xeberên baş tîne (6-10)

  • Duaya ji bo Selanîkiyan (11-13)

3  Me êdî pir dixwest bizanin ku halê we çi ye. Loma em fikirîn ku wê baştir be ku em li Atînayê bimînin, 2  û me birayê xwe, xizmetkarê* Xwedê Tîmotêyos, ê ku mizgîniya li ser Mesîh belav dike, şand ba we ku ew baweriya we xurt bike û dilê we rehet bike. 3  Bi vî awayî, tu kes ji we wê ji ber tengasiyan sist nebe. Çimkî hûn bi xwe dizanin ku em nikarin ji tengasiyên wisa birevin. 4  Gava em bi we re bûn, me ji berê ve ji we re digot ku emê rastî tengasiyan bên, û wek hûn dizanin wisa jî çêbû. 5  Loma, gava min êdî nikaribû sebir bikim, min Tîmotêyos şand ba we ku di heqê dilsoziya we de bibihîzim. Ez ditirsim ku yê ku diceribîne* hûn xistine guneh û keda me badîhewa bû. 6  Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û gihîştiye ba me. Û wî di heqê dilsozî û hezkirina we de xeberên baş gihandin me. Wî got ku hûn me her tim tînin bîra xwe û çawa ku em bi hesreta dîtina we ne, hûn jî bi hesreta dîtina me ne. 7  Ji ber vê yekê birano, dilsoziya ku hûn nîşan didin dilê me di nav hemû zehmetî û tengasiyan de rehet kiriye. 8  Ji ber ku hûn di rêya Efendiyê me de qewî disekinin, dilê me rehet e*. 9  Belê, em ji ber vê yekê ku hûn me gelek dilxweş dikin, ji bo we ji Xwedê re şikir dikin. 10  Em şev û roj bi dil û can dua dikin ku em we bibînin û alîkariya lazim bidin we ku baweriya we xurt bikin. 11  Bila Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa rê li ber me vekin ku em bên ba we. 12  Wekî din, çawa ku em jî ji we hez dikin, bila Efendiyê me hezkirina we di nav we de û di nav kesên din de zêde bike. 13  Bi vî awayî, dilê we wê xurt bibe û hûnê li ber Bavê me Xwedê û li dema hazirbûna Efendiyê me Îsa bi pîrozan re bêsûc û pîroz bisekinin.

Jêrenot

Yan belkî “hevalkarê”.
Yanî Îblîs.
Bi herfî “em dijîn”.