Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA SÊZDEHEMÎN

Jiyan Pîroz e

Jiyan Pîroz e

1. Kê jiyan daye me?

YEHOWA “kaniya jiyanê” ye (Zebûr 36:9 bixwîne). Ew Afirandêrê me ye, û wî jiyan daye me. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene” (Peyxam 4:11). Belê, me jiyana xwe ji Yehowa standiye. Jiyan bi rastî jî hediyeyeke pir biqîmet e!

2. Em çawa dikarin di jiyana xwe de serkeftî bin?

2 Yehowa nan û avê dide me ku em karibin bijîn (Karên Şandiyan 17:28). Ji xeynî vê, ew dixwaze ku em ji jiyanê kêfê bistînin (Karên Şandiyan 14:15-17). Eger em dixwazin di jiyana xwe de serkeftî bin, gerek em guhdariya qanûnên Xwedê bikin (Îşaya 48:17, 18).

JIYAN JI BO XWEDÊ ÇI QAS BIQÎMET E?

3. Gava Qayîn birayê xwe Habîl kuşt, Yehowa çi kir?

3 Kitêba Pîroz nîşan dide ku hem jiyana me hem jî jiyana kesên din ji bo Yehowa pir biqîmet e. Mesela, gava kurê Adem û Hewayê Qayîn ji birayê xwe Habîl re hêrs ket, Yehowa Qayîn hişyar kir ku bila ew hêrsa xwe kontrol bike. Lê belê, Qayîn guh neda Xwedê. Qayîn ew qas bihêrs bû ku wî ‘erîşî birayê xwe kir û ew kuşt’ (1. Mûsa 4:3-8). Qayîn ji ber vê yekê ji Yehowa ceza stand (1. Mûsa 4:9-11). Ji vê em fehm dikin ku hêrs û nefret carinan dibin sebeba zilm û zordariyê. Kesên zalim û zordar nikarin jiyana bêdawî bistînin (1. Yûhenna 3:15 bixwîne). Eger em dixwazin ku Yehowa ji me razî be, gerek em ji hemû însanan hez bikin (1. Yûhenna 3:11, 12).

4. Yek ji emrên ku Xwedê dabû miletê Îsraêl der heqê qîmeta jiyanê de çi nîşan dide?

4 Bi hezaran sal bi şûn de, gava Yehowa Deh Emir dan Mûsa, wî dîsa nîşan da ku jiyan ji bo wî biqîmet e. Yek ji van emran ev bû: “Nekuje!” (5. Mûsa 5:17). Ji ber vê yekê, di bin Qanûna Mûsa de, cezayê qatilan, îdam bû.

5. Nêrîna Xwedê ya li ser jiberxwekirina zarokan çi ye?

5 Nêrîna Xwedê ya li ser jiberxwekirina zarokan çi ye? Jiyana zarokekî ku hê nehatiye dinyayê jî ji bo Yehowa pir biqîmet e. Li gor Qanûna ku Yehowa dabû miletê Îsraêl, gava kesekî jinikeke bihemle birîndar dikir û zarok seba vê yekê dimir, fail dihat kuştin (2. Mûsa 21:22, 23 bixwîne; Zebûr 127:3). Ev yek nîşanî me dide ku jiberxwekirina zarokan jî tiştekî pir xerab e (bnr. Not 28).

6, 7. Em çawa dikarin ji Yehowa re îsbat bikin ku em qîmetê didin jiyanê?

6 Em çawa dikarin ji Yehowa re îsbat bikin ku em qîmetê didin jiyana xwe û jiyana kesên din? Gerek em qet zerarê nedin jiyana xwe û jiyana kesên din. Ji ber vê yekê, gerek em ji cixare û narkotîkên din dûr bisekinin, çimkî tiştên wisa zerarê didin bedenê, û gelek mirov seba van tiştan nexweş dikevin û dimirin.

7 Me jiyan û bedena xwe ji Xwedê standine, û gerek em wan li gor daxwaza wî bi kar bînin. Ji ber vê yekê, gerek em bedena xwe rind xwedî bikin. Eger em wisa nekin, emê li ber çavê Xwedê mirdar bibin (Romayî 6:19; 12:1; 2. Korîntî 7:1). Eger em qîmetê nedin jiyanê, em nikarin ji Yehowa re îbadetê bikin, çimkî çavkaniya jiyanê ew e. Çi qas zor be jî, eger em bi rastî qîmetê bidin jîyanê û xîret bikin ku em dev ji adetên xerab berdin, Yehowa wê alî me bike.

8. Em çawa dikarin jiyana xwe û jiyana kesên din biparêzin?

8 Wek me dîtiye, jiyan gelek biqîmet e. Yehowa dixwaze ku em heta ku ji destê me tê jiyana xwe û jiyana kesên din biparêzin. Ji ber vê yekê, gerek em dîqat bikin gava em erebe, motorsiklet an wesîteyeke din diajon. Wekî din, gerek em ji sporên bitalûke an zordar dûr bisekinin (Zebûr 11:5). Ji xeynî vê, gerek em dîqat bikin ku di xaniyê me de tiştekî bitalûke tune be. Bi hezaran sal berê, Yehowa ji miletê Îsraêl re wisa emir dabû: “Dema ku tu xaniyekî nû ava bikî, li derdora serxanî dîwar bikişîne ku tu kes ji wir nekeve û tu xwînê neynî ser mala xwe” (5. Mûsa 22:8, NWT).

9. Gerek em çawa qîmetê bidin heywanan?

9 Wekî din, Yehowa dixwaze ku em qîmetê bidin heywanan jî. Belê, Xwedê îznê dide ku em heywanan ji bo kinc û xwarinê şerjêkin, û eger heywan êrîşî me bikin, em dikarin wan bikujin (1. Mûsa 3:21; 9:3; 2. Mûsa 21:28). Lê îzin tune ku em zilmê li heywanan bikin an wan tenê ji bo kêfê bikujin (Methelokên Silêman 12:10).

JIYAN PÎROZ E

10. Em ji ku dizanin ku xwîn jiyanê temsîl dike?

10 Xwîn ji bo Yehowa pîroz e, çimkî xwîn jiyanê temsîl dike. Piştî ku Qayîn birayê xwe Habîl kuştibû, Yehowa ji Qayîn re wisa got: “Xwîna birayê te, ji axê ve bangî min dike!” (1. Mûsa 4:10). Xwîna Habîl, jiyana wî temsîl dikir, û Yehowa ceza da Qayîn ji ber ku wî Habîl kuşt. Piştî Tofana Nûh, Yehowa dîsa nîşan da ku xwîn jiyanê temsîl dike. Yehowa îzin da Nûh û malbata wî ku ew goştê heywanan bixwin. Wî wisa got: “Hûn dikarin her heywanê ku li ser erdê dijî, bixwin. Mîna nebatên hêşîn, ez wan giştan didim we.” Lê Yehowa wisa jî emir da: “Lê belê gerek hûn goştê bi canê xwe – yanî bi xwînê – nexwin” (1. Mûsa 1:29; 9:3, 4, NWT).

11. Xwedê ji miletê Îsraêl re der heqê xwînê de çi got?

11 Nêzikî 800 sal piştî ku Yehowa ji Nûh re gotibû ku gerek ew xwînê nexwe, wî ji xizmetkarên xwe re wisa emir da: “Gava yekî ji Îsraêliyan an xerîbekî ku li cem we dijî diçe nêçîrê û heywanekî pesarî an civîkeke ku tê xwarin bigire, gerek ew xwîna wê birijîne û bi axê ser bigire.” Wekî din, Xwedê got: “Gerek hûn xwînê nexwin” (3. Mûsa 17:13, 14, NWT). Ev yek nîşan dide ku li wê demê, Yehowa hê dixwest ku xizmetkarên wî xwînê wek tiştekî pîroz bibînin. Belê, wî îzin da ku ew goşt bixwin, lê wî xwarina xwînê qedexe kir. Xwedê emir dabû wan ku ew xwîna heywanên şerjêkirî birijînin ser erdê.

12. Şagirtên Îsa Mesîh xwînê çawa dibînin?

12 Çend sal piştî mirina Îsa Mesîh, şandiyên wî û kalên civata Orşelîmê li hev top bûn. Wan dixwest qerarê bidin ku gerek şagirtên Îsa Mesîh guh bidin kîjan emrên qanûna ku hatibû dayîn miletê Îsraêl (Karên Şandiyan 15:28, 29 bixwîne; 21:25). Yehowa alî wan kir ku ew fehm bikin ku xwîn ji bo wî hê pir biqîmet e, û hê lazim e ku ew xwînê wek tiştekî pîroz bibînin. Ji ber vê yekê, lazim bû ku şagirtên Îsa yên pêşîn ji xwarina xwîn û goştê ku tê de hê xwîn heye, dûr bisekinin. Di çavê Xwedê de, xwarina xwînê, bi qasî pûtperestî an fuhûşê gunehekî giran e. Ji wê çaxê û pê ve, şagirtên Îsa yên rastîn ji xwarin û vexwarina xwînê dûr disekinin. Îro jî Yehowa dixwaze ku em xwînê wek tiştekî pîroz bibînin.

13. Şagirtên Îsa Mesîh çima neqla xwînê qebûl nakin?

13 Gelo ev tê maneya ku gerek şagirtên Îsa Mesîh neqla xwînê jî qebûl nekin? Belê. Yehowa emir daye me ku em xwînê nexwin. Mesela, eger doktor ji te re bigota ku gerek tu alkolê venexwî, ma teyê alkol bi derziyekê bixista bedena xwe? Helbet na! Mîna vê, maneya emrê ku gerek em xwînê nexwin ev e ku gerek em neqla xwînê jî qebûl nekin (bnr. Not 29).

14, 15. Çi qas muhîm e ku em qîmetê bidin jiyanê û guh bidin Yehowa?

14 Ferz bike ku doktor ji te re dibêje ku eger tu neqla xwînê qebûl nekî, tuyê bimirî. Hingê tuyê çi bikî? Gerek her kes ji bo xwe qerarê bide ku guhdariya qanûna Xwedê ya li ser xwînê bike an na. Şagirtên Îsa Mesîh gelek qîmetê didin jiyanê, çimkî jiyan hediyeyeke ji Xwedê ye. Ji ber vê yekê, emê helbet li tedawiyên din bigerin ku em sax bimînin, lê çi dibe bila bibe, em neqla xwînê qebûl nakin.

15 Çi ji destê me tê, em wê dikin ku siheta me baş be. Lê ji ber ku xwîn jiyanê temsîl dike û ji bo Xwedê pîroz e, em neqla xwînê qebûl nakin. Ji bo me, tiştê herî muhîm ev e ku em guhdariya Yehowa bikin. Bila ji bo dirêjkirina jiyanê be jî, em dîsa jî naxwazin qanûnên Xwedê xera bikin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Kî ku dixwaze canê xwe xelas bike, ... ew ê wê winda bike, lê belê kî ku canê xwe di oxra min de winda bike, ew ê wê bibîne” (Metta 16:25, KP). Em dixwazin guhdariya Xwedê bikin, çimkî em ji wî hez dikin. Yehowa xêra me dixwaze, û mîna wî, em jî jiyanê wek tiştekî pir biqîmet û pîroz dibînin (Îbranî 11:6).

16. Xizmetkarên Xwedê çima guhdariya wî dikin?

16 Xizmetkarên Xwedê yên dilsoz dixwazin guh bidin qanûna wî ya li ser xwînê. Ew xwînê naxwin û ji bo sebebên tibî jî qebûl nakin. * Lê belê, ew tedawiyên din qebûl dikin ji bo ku ew sax bimînin. Ew ji dil bawer dikin ku Afirandêrê jiyan û xwînê rind dizane ku çi ji bo wan baş e. Gelo tu jî bawer dikî ku ew dizane ku çi ji bo te baş e?

XWÎN Û EFÛKIRINA GUNEHAN

17. Di demên berê de, Yehowa îzin dabû ku miletê Îsraêl xwînê tenê çawa bi kar bîne?

17 Li Qanûna ku Xwedê dabû Mûsa pêxember, Yehowa ji miletê Îsraêl re wisa gotibû: “Canê bedenê di xwînê de ye, û min ew da li ser qurbangehê ku hûn karibin ji bo canên xwe kefaretê bidin, çimkî tiştê ku ji bo can kefaretê dike, xwîn e” (3. Mûsa 17:11, NWT). Ji bo efûkirina gunehên Îsraêliyan, lazim bû ku ew heywanekî qurban bikin û ji kahîn re bibêjin ku ew piçikek xwîn li ser qurbangehê birijîne. Yehowa îzin dabû ku miletê Îsraêl xwînê tenê ji bo vê armancê bi kar bîne.

18. Bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh, kîjan fersend ketiye destê me?

18 Gava Îsa Mesîh hat dinyayê, wî can û xwîna xwe feda kir ku gunehên me bên efû kirin. Bi qurbanbûna xwe, Îsa Mesîh qanûnên berê yên li ser qurbankirina heywanan betal kirin (Metta 20:28; Îbranî 10:1). Qîmeta jiyana Îsa Mesîh pir mezin bû. Ji ber vê yekê, piştî ku Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh ji mirinê rakir ji bo ku ew li ezmanan bijî, Yehowa fersend da hemû însanan ku ew karibin heta bi hetayê bijîn (Yûhenna 3:16; Îbranî 9:11, 12; 1. Petrûs 1:18, 19).

Tu çawa dikarî hurmetê bidî jiyan û xwînê?

19. Gerek em çi bikin ku em “ji xwîna her kesî bêrî” bin?

19 Em gelek şa ne ku Yehowa jiyan daye me! Em dixwazin ji her kesî re bibêjin ku eger ew baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin, ewê karibin heta bi hetayê bijîn. Em ji însanan hez dikin, û em bi dil û can alî wan dikin ku ew riya jiyanê bibînin (Hêzekîêl 3:17-21). Eger em wisa bikin, emê karibin wek Pawlosê şandî bibêjin: “Ez ji xwîna her kesî bêrî me [paqij im]. Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got” (Karên Şandiyan 20:26, 27). Belê, gerek em ji her kesî re behsa Yehowa û pîroziya jiyanê bikin û bi vî awayî nîşan bidin ku em hurmetê didin jiyan û xwînê.

^ par. 16 Ji bo melûmata li ser neqla xwînê, rûpelên 92-94an ên kitêba “Nava Hezkirina Xwedêda Bimîne” (bi Kurmanciya Qafkasyayê; ji aliyê Şahidên Yehowa ve hatiye weşandin) bixwîne.