DERS 56
Yekîtiya Civatê Biparêze
Gava em wexta xwe bi xwişk û birayan re derbas dikin, em jî wek Dawid Padîşah difikirin. Wî wisa gotibû “Va ye! Çiqas xweş û çiqas qenc e, di yekîtiyê de bi hev re, rûniştina birayan!” (Zebûr 133:1, Wergera Weşanên Do). Ev yekîtiya di nav me de ji ber xwe çênebûye. Bi alîkariya her kesî yekîtiya civatê ava dibe.
1. Xizmetkarên Xwedê bi çi tên naskirin?
Eger tu li welatekî din herî civînekê, belkî tu ji zimên fehm nekî, lê dîsa jî dilê te wê wek ku tu li mala xwe yî, rihet be. Gelo çima? Çimkî em li seranserê dinyayê eynî weşanên li ser Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Û em ji xwişk û birayên xwe pir hez dikin. Mala me li ku be jî, em hemû gazî navê Yehowa dikin, milên xwe didin hev û di yekîtiyê de jê re xizmetê dikin (Tsêfanya 3:9).
2. Tu çawa dikarî yekîtiya civatê biparêzî?
“Ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin” (1. Petrûs 1:22). Tu çawa dikarî vê şîretê bînî cih? Bala xwe nede qisûr û kêmasiyên kesên din, lê bala xwe bide aliyên wan ên qenc. Wexta xwe ne tenê bi kesên wek xwe re derbas bike, lê xîret bike ku tu xwişk û birayên ji kultur û welatên din nas bikî. Eger tu di dilê xwe de ferq û cudahiyê dikî nava xwişk û birayan, xîret bike ku tu xwe ji vê fikra şaş xelas bikî (1. Petrûs 2:17 bixwîne). a
3. Eger tu bi xwişk yan birayekî re li hev nekî, tu dikarî çi bikî?
Rast e, yekîtiya me heye, lê em ne bêqisûr in. Carinan em dilê hevdû dihêlin yan diêşînin. Loma Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em hevdû tim efû bikin, û çawa ku Yehowa me ji dil efû dike, gerek em jî kesên din efû bikin (Kolosî 3:13 bixwîne). Me gelek caran dilê Yehowa êşandiye, lê dîsa jî wî em tim efû kirine. Loma ew ji me dixwaze ku em birayên xwe efû bikin. Gelo te dilê kesekî êşandiye? Eger wisa be, here ba wî kesî û bi wî re li hev were (Meta 5:23, 24 bixwîne). b
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Gelo tu çawa dikarî aştî û yekîtiya civatê xurt bikî?
4. Ferq û cudahiyê neke nava însanan
Em dixwazin ji hemû xwişk û birayan hez bikin. Lê belkî ji bo me zor e em kesekî ku ne wek me ye, ji dil qebûl bikin. Em dikarin li hemberî vê yekê çi bikin? Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Yehowa însanên ji hemû gel û miletan wek Şahidên xwe qebûl dike. Gelo tu dikarî ji Yehowa çi bielimî?
-
Li herêma te, însan çawa ferq û cudahiyê dixin navbera gel û miletan? Çima gerek ev fikrên xerab li ser me tesîr nekin?
2. Korîntî 6:11-13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Gelo tu çawa dikarî xwişk û birayên ji kultur û miletên din baştir nas bikî?
5. Ji dil efû bike û aştiyê çêke
Qet ne hewce ye ku em Yehowa efû bikin. Lê dîsa jî ew me tim ji dil efû dike. Zebûr 86:5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Gelo Yehowa hazir e ku me efû bike?
-
Tu çima ji bo efûya wî pir şikurdar î?
-
Çima carinan zor e ku em bi kesên din re aştiyê çêkin?
Ji bo ku em bi xwişk û birayan re di yekîtiyê de bimînin, em ji Yehowa çi dielimin? Methelokên Silêman 19:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Eger kesek te aciz bike yan dilê te biêşîne, tu dikarî çi bikî?
VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Carinan em dilê kesên din diêşînin. Wê çaxê, gerek em çi bikin?-
Xwişka me ji bo ku aştiyê çêke, çi kir?
6. Bala xwe bide aliyên qenc ên xwişk û birayan
Gava em xwişk û birayên xwe ji nêzîk ve nas bikin, emê hem aliyên wan ên qenc û hem jî kêmasiyên wan bibînin. Gelo em çawa dikarin bala xwe bidin aliyên wan ên qenc? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Çi dikare alî te bike ku tu bala xwe bidî sifetên qenc ên xwişk û birayan?
Yehowa bala xwe dide ser sifetên me yên qenc. 2. Dîrokan 16:9a bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Fikra ku Yehowa bala xwe dide ser sifetên te yên qenc, gelo li ser te çawa tesîr dike?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez bimirim jî, ez wî efû nakim!”
-
Çima gerek em hazir bin ku kesên din efû bikin?
BI ÇEND GOTINAN
Yê ku kesên din ji dil efû dike û ji hemû xwişk û birayan hez dike, yekîtiya civatê diparêze.
Tu çi elimî?
-
Tu çawa dikarî ferq û cudahiyê nexî nav însanan?
-
Eger tu bi xwişk yan birayekî re li hev nekî, tu dikarî çi bikî?
-
Tu çima dixwazî wek Yehowa kesên din efû bikî?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Îsa Mesîh bi kîjan mîsalê nîşanî me da ku gerek em li ser kesên din hukim nedin?
Eger em difikirin ku me tiştekî şaş nekiriye, gelo hewce ye ku em ji kesên din efû bixwazin?
“Efûxwestin Kilîda Aştiyê ye” (Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar 2002)
Hin kes çawa hîn bûne ku ferq û cudahiyê nexin nava mirovan?
Em çawa dikarin meseleyên di nav hev de safî bikin û aştiya civatê biparêzin?
“Meseleyên di Nav Hev de bi Hezkirinê Safî Bikin” (Birca Çavdêriyê, Gulan 2016)
a Zanîna zêde 6 zelal dike ku xizmetkarên Xwedê bala xwe didinê ku nexweşiyek derbasî kesekî din nebe.
b Zanîna zêde 7 zelal dike ku meseleyên ticarî û hiqûqî çawa tên safîkirin.