Here Naverokê

Here naverokê

DERS 39

Xwedê li ser Xwînê Çi Difikire?

Xwedê li ser Xwînê Çi Difikire?

Xwîn pir muhîm e û bê xwîn jiyan nabe. Xwedê em xuliqandine, loma heqê wî heye ji me re bibêje ku gerek em xwînê çawa bi kar bînin. Yehowa li ser xwînê çi gotiye? Gelo îzin heye em xwînê bixwin yan neqlî bedena xwe bikin? Em çawa dikarin li ser vê meseleyê qerarên baş bidin?

1. Gelo Yehowa li ser xwînê çi difikire?

Yehowa di wextên berê de ji xizmetkarên xwe re gotibû: “Canê hemû goştî [jiyana her bedenekî] di xwîna wî de ye” (3. Mûsa 17:14). Ji bo Yehowa, xwîn jiyanê temsîl dike. Çawa ku jiyan pîroz û muqedes e, xwîn jî pîroz û muqedes e.

2. Gelo Xwedê li ser xwînê çi qedexe kiriye?

Piştî Tofanê, Yehowa emir dabû xizmetkarên xwe ku ew xwînê nexwin. Ev qanûn ji miletê Îsraêla berê re jî hatibû dayîn (1. Mûsa 9:4 û 3. Mûsa 17:10 bixwîne). Xwedê eynî qanûn dabû Mesîhiyên pêşîn jî. Wê çaxê koma rêberiyê gotibû: “Îcar hûn xwe … ji xwînê … dûr bixin” (Karên Şandiyan 15:28, 29 bixwîne).

Gelo ev qanûna hanê tê çi maneyê? Eger doktorê te ji te re bigota ku gerek tu alkolê venexwî, teyê çi bikira? Ma teyê tiştekî ku alkol tê de heye bixwara yan ew bi derziyê berdaya bedena xwe? Helbet na! Bi eynî awayî, qanûna Xwedê ya li ser xwînê tê maneya ku gerek em xwînê venexwin û goştê ku xwîna wê nehatiye rijandin, nexwin. Wekî din, gerek em qet xwarineke ku xwîn ketiye nav, nexwin.

Gelo em dikarin xwînê ji bo îlac û tedawiyan bi kar bînin? Hin îlac û tedawiyên tibî ji sedî sed li dijî qanûnên Xwedê ne, mesela neqla xwîna tam yan neqla yek ji çar qismên wê yên sereke, yanî giroverkên sor, giroverkên spî, pûlên xwînê, û plazma. Lê carinan ne zelal e ka hin îlac û tedawiyên tibî li dijî qanûna Xwedê ne yan na. Mesela, di hin îlacan de perçeyên biçûk ên yek ji çar qismên sereke yên xwînê tên bikaranîn. Û ji bo hin tedawiyên din xwîna kesekî tê bikaranîn. Di van meseleyan de, gerek her kes bi xwe kûr bifikire û qerareke şexsî bide a (Galatî 6:5).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo çi dikare alî te bike ku tu di meseleyên tibî de li ser xwînê qerarên baş bidî?

3. Bi qerarên xwe dilê Yehowa xweş bike

Gelo tu çawa dikarî di meseleyên tibî de li gor nêrîna Xwedê qerarên baş bidî? VÎDEOYÊ vêxe. Paşê bi hev re sohbetê bikin ka çima muhîm e ku em li gor van gavan hereket bikin:

  • Ji bo hîkmeta Xwedê dua bike (Aqûb 1:5).

  • Li ser prensîpên Kitêba Pîroz lêkolîn bike (Methelokên Silêman 13:16).

  • Li ser îlac û tedawiyên ku li herêma te hene, melûmatê bistîne.

  • Bifikire ka tu kîjan îlac û tedawiyan qet qebûl nakî.

  • Qerareke baş bide ku wijdanê te rihet be (Karên Şandiyan 24:16). b

  • Ji bîr neke, gerek tu kes li şûna te qerareke ku bi wijdanê te ve girêdayî ye, nede, yanî ne jin an mêrê te, ne rîspiyek, ne jî mamosteyê te (Romayî 14:12).

  • Qerarên xwe ji xwe re binivîse.

4. Şahidên Yehowa îlac û tedawiyên herî baş dixwazin

Tu dikarî hem guh bidî qanûna Xwedê ya li ser xwînê û hem jî îlac û tedawiyên herî baş bistînî. VÎDEOYÊ vêxe.

Tîtos 3:2 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima gerek em qedir û qîmetê bidin doktoran û berdestiyên wan û bi wan re baş hevkariyê bikin?

Nayê qebûlkirin

Qerara şexsî

A. Plazma

Perçeyên biçûk ên ji plazmayê

B. Giroverkên spî

Perçeyên biçûk ên ji giroverkên spî

C. Pûlên xwînê

Perçeyên biçûk ên ji pûlên xwînê

D. Giroverkên sor

Perçeyên biçûk ên ji giroverkên sor

 5. Perçeyên biçûk ên ji xwînê

Xwîna tam ji çar qismên sereke pêk tê: giroverkên sor, giroverkên spî, pûlên xwînê, û plazma. Di van qismên sereke yên xwînê de gelek perçeyên biçûk jî hene ku ji wan re madeyên biçûk ên xwînê jî tê gotin. c Di nav hin heb û dermanan de jî hin perçeyên biçûk ên ji xwînê hene, ew ji bo dermankirina nexweşiyan yan sekinandina çûyîna xwînê tên dayîn.

Gava ku mesele tê ser perçeyên biçûk ên ji xwînê, gerek her yek ji me li gor wijdanê xwe û li gor Kitêba Pîroz qerareke şexsî bide. Belkî hin kes îlac û tedawiyên ku bi perçeyên biçûk ên xwînê ve girêdayî ne, qebûl nakin. Lê belkî wijdanê hin kesên din vêya qebûl dike.

Berî ku tu qerarekê bidî, ji xwe bipirse:

  • Gelo minê ji doktorekî re çawa bigota ku ez hin perçeyên biçûk ên ji xwînê çima qebûl dikim yan na?

BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Çima Şahidên Yehowa neqla xwînê qebûl nakin?”

  • Teyê çawa cewab bidaya?

BI ÇEND GOTINAN

Yehowa dixwaze ku em xwînê wek tiştekî pîroz û muqedes bibînin.

Tu çi elimî?

  • Çima xwîn di çavê Yehowa de pîroz e?

  • Em çawa dizanin ku qanûna Xwedê ya li ser xwînê tê maneya ku gerek em neqla xwînê qebûl nekin?

  • Tu çawa dikarî di meseleyên tibî de li ser xwînê qerarên baş bidî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Çi dikare alî te bike ku tu li ser tedawiyên tibî yên ku bi xwîna te ve girêdayî ne, qerarên baş bidî?

“Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, 15 Cotmeh 2000)

Berî ku tu li ser perçeyên biçûk ên ji xwînê qerarekê bidî, gerek tu bala xwe bidî çi?

“Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, 15 Hezîran 2004)

Doktorek çawa îqna bû ku nêrîna Xwedê ya li ser xwînê maqûl e?

“Min Nêrîna Xwedê ya li ser Xwînê Qebûl Kir” (Hişyar Bin!, 8 Kanûn 2003)

Rîspiyên ku ji bo Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re xizmetê dikin, gelo ew çawa ji xwişk û birayan re alîkariyê dikin?

Yehowa Alîkariya Nexweşan Dike (10:23)

a Li Dersa 35an binêre, “Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?”

b Li  fikra 5an, “Perçeyên Biçûk ên ji Xwînê” û Zanîna zêde 3, “Tedawiyên Tibî yên ku bi Xwînê ve Girêdayî ne”.

c Hin doktor her çar qismên sereke yên xwînê ne wek xwîna tam, lê wek perçeyên biçûk ên ji xwînê dibînin. Loma, belkî gerek ku tu ji wan re şîrove bikî ku tu neqla xwîna tam yan yek ji çar qismên wê yên sereke, yanî giroverkên sor (erîtrosît), giroverkên spî (lokosît), pûlên xwînê (trombosît), yan plazmayê qebûl nakî.