DERS 26
Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?
Gava ku tiştekî pir xerab tê serê me, em ji xwe dipirsin: “Xwedê! Çima ev bela hat serê min?” Kitêba Pîroz bi zelalî dibêje ku çima ew qas kul û derd hene. Cewaba Kitêba Pîroz dikare dilê me rihet bike.
1. Îblîs çawa bûye sebebê kul û derdên dinyayê?
Şeytan Îblîs li hemberî Xwedê serî hilda. Ew dixwaze her kesî bixe bin hukmê xwe. Loma, wî bi vir û derewan dest danî ser Adem û Hewayê ku li hemberî Xwedê serî rakin (1. Mûsa 3:1-5). Gelo wî ev yek çawa kir? Pêşî wî bi Hewayê da bawerkirin ku Xwedê tiştekî qenc ji wê vedişêre. Wî di ber Hewayê re avêt û îdîa kir ku eger însan guh nedin Xwedê, halê wan wê xweştir bûya. Û derewa pêşîn a tarîxê jî ev bû: Îblîs ji Hewayê re got ku ewê qet nemire. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dibêje ku Îblîs “derewkar e û bavê derewan e” (Yûhena 8:44).
2. Adem û Hewayê çawa bela anîn serê xwe?
Xwedê ji Adem û Hewayê re gelekî comerd û destvekirî bû. Wî gotibû ku ji xeynî darekê, ew dikarin ji hemû daran bixwin (1. Mûsa 2:15-17). Lê wan bi ya Xwedê nekir. Wan li gor daxwaza dilê xwe hereket kir. Hewa “rabû fêkiyek jê kir û xwar.” Paşê, Adem “jî xwar” (1. Mûsa 3:6, Mizgînî). Çi heyf e ku ew ji gotina Xwedê derketin. Adem û Hewa bêqisûr û kamil bûn, û ji bo wan pir hêsan bû ku ew ya rast bikin. Lê ew bi hemdê xwe ji rêya Xwedê derketin. Îcar wan guneh kir û Xwedê wek hukimdarê xwe red kir. Ji ber ku wan qerareke şaş da, wan belayên mezin anîn serê xwe (1. Mûsa 3:16-19).
3. Adem û Hewayê çi belayên mezin anîn serê însanan?
Ji ber ku Adem û Hewayê guneh kir, ew bûn însanên qisûrdar. Û wan ev qisûrdariya xwe derbasî hemû zarokên xwe kir. Kitêba Pîroz li ser Adem wisa dibêje: “Loma ka çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû” (Romayî 5:12).
Îro sebebên kul û derdan pir in. Carinan, ji ber ku em qerarên xerab didin, em êşê dikişînin. Carinan, ji ber ku kesên din qerarên xerab didin, em êşê dikişînin. Carinan jî, ji ber ku em di wexteke nebaş de li cihekî nebaş dimînin, em dikevin belayê û êşê dikişînin (Waiz 9:12 bixwîne).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Em ji ku dizanin ku Xwedê ne sebebê kul û derdên dinyayê ye? Gava ku em êşê dikişînin, gelo dilê wî bi halê me dişewite?
4. Kî sebebê kul û derdên me ye?
Gelek însan bawer dikin ku dinya di bin hukmê Xwedê de ye. Ma ev rast e? VÎDEOYÊ vêxe.
Aqûb 1:13 û 1. Yûhena 5:19 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Gelo Xwedê sebebê kul û derdên dinyayê ye?
5. Hukmê Îblîs çi bela anîne serê me?
1. Mûsa 3:1-6 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Îblîs çi derew kir? (Li ayetên 4 û 5an binêre.)
-
Îblîs bi kîjan gotinan di ber re avêt û îdîa kir ku Yehowa tiştên qenc ji me vedişêre?
-
Li gor Îblîs, ji bo ku însan dilxweş bin, gelo lazim e ku Yehowa hukimdarê wan be?
Waiz 8:9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Ji wexta ku Yehowa ne hukimdarê vê dinyayê ye û vir ve, çi hatiye serê însanan?
-
Adem û Hewa bêqisûr û kamil bûn û di cenetê de dijiyan. Lê wan guh da Îblîs û li hemberî Yehowa serî rakir
-
Piştî serhildana li baxçeyê Adenê, guneh, kul û derd û mirin li her dera dinyayê belav bûne
-
Yehowa wê guneh, kul û derd û mirinê ji kokê ve rake. Însan wê ji nû ve bêqisûr û kamil bin û di cenetê de bijîn
6. Dilê Yehowa bi halê me dişewite
Gelo Xwedê xema kul û derdên me dixwe? Ka binêre ku Dawid Padîşah û Petrûsê şandî çi gotibûn. Zebûr 31:7 û 1. Petrûs 5:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa kul û derdên me dibîne û xema me dixwe. Ev yek li ser dilê te çawa tesîr dike?
7. Xwedê wê hemû kul û derdên însanan ji holê rake
Îşaya 65:17 û Peyxam 21:3, 4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Gelo fikra ku Yehowa wê hemû tiştên xerab tune bike, dilê te xweş dike?
Hêjayî gotinê ye
Gava ku Îblîs fesadiya pêşîn kir, wî bêbextî li Yehowa kir. Wî got ku Yehowa ne hukimdarekî qenc û adil e. Lê, gava ku Yehowa di wexteke nêzîk de hemû kul û derdên însanan tune bike, ewê xwe heq û heqdar derxe. Yanî, ewê îsbat bike ku hukimdariya wî ya herî baş e. Belê, pîrozkirina navê Yehowa daweya herî mezin a gerdûnê ye (Meta 6:9, 10).
HINEK WISA DIBÊJIN: “Xwedê me bi belayan îmtihan dike.”
-
Teyê çi cewab bidaya?
BI ÇEND GOTINAN
Şeytan, Adem û Hewa, ew gişt sebebên esasî yên kul û derdên dinyayê ne. Yehowa dibîne ku em çi qas kul û derdan dikişînin û dilê wî bi halê me pir dişewite. Di wexteke nêzîk de, ewê hemû kul û derdan tune bike.
Tu çi elimî?
-
Îblîs çi derew ji Hewayê re got?
-
Serhildana Adem û Hewayê çi bela anîn serê me hemûyan?
-
Em ji ku dizanin ku Yehowa xema êş û derdên me dixwe?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Li gor Kitêba Pîroz, guneh çi ye?
Îblîs di baxçeyê Adenê de çi dawe vekir?
“Xwedê Çima Dihêle ku Kul û Derd Hebin?” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2014)
Cewaba pirseke giran teseliyê dide me.
“Çima Komkujiya Cihûyan Çêbû? Çima Xwedê Tiştek Nekir?” (Meqaleya Înternetê)
Zilamekî fehm kir ku çima ew qas kul û derd hene.