Here Naverokê

Here naverokê

DERS 15

Îsa Pêxember Kî ye?

Îsa Pêxember Kî ye?

Îsa pêxember di tarîxa însaniyetê de yek ji kesên herî bi nav û deng e. Belê, gelek kesan navê wî bihîstiye, lê ew li ser wî pir tiştan nizanin. Eger em ji însanan bipirsin ku Îsa pêxember kî ye, emê gelek fikrên cuda bibihîzin. Gelo Kitêba Pîroz li ser Îsa pêxember, yanî li ser Îsa Mesîh, çi dibêje?

1. Îsa Mesîh bi rastî kî ye?

Îsa Mesîh melekekî pir xurt e û li ezmên dijî. Yehowa Xwedê berî her tiştî Îsa Mesîh xuliqandibû. Ji ber vê yekê, jê re “nixuriyê hemû afirînê” tê gotin (Kolosî 1:15). Ji ber ku Îsa Mesîh rasterast ji aliyê Yehowa ve hatibû xuliqandin, jê re ‘kurê Xwedê yê yekta’ tê gotin (Yûhena 3:16). Îsa Mesîh pir baş bi Yehowa re dişixulî. Mesela, gava ku Yehowa hemû tiştên din dixuliqandin, Îsa Mesîh li cem wî bû û alî wî dikir (Methelokên Silêman 8:30 bixwîne). Heta îro jî, Yehowa û Îsa Mesîh dostên pir qenc in. Û ji ber ku Îsa Mesîh bi dilsozî wek berdevkê Xwedê xizmetê dike, jê re “Peyv” jî tê gotin. Ev yek tê maneya ku Îsa Mesîh gotin û xeberên Xwedê îlan dike (Yûhena 1:14).

2. Îsa Mesîh çima hatibû dinyayê?

Zêdetirî 2.000 sal berî niha, Yehowa mucîzeyek çêkir. Wî jiyana Îsa Mesîh bi destê ruhê pîroz ji ezmên derbasî zikê qîzeke bi navê Meryemê kir. Bi vî awayî, Îsa Mesîh wek însan çêbû (Lûqa 1:34, 35 bixwîne). Yehowa Îsa pêxember şand dinyayê ku ew bibe Mesîh. Xwedê soz dabû ku ewê bi destê Mesîh însaniyetê xelas bike. a Hemû pêxembertiyên ku Kitêba Pîroz li ser Mesîh gotibûn, di şexsê Îsa pêxember de hatin cih. Bi vî awayî, însanan dikaribû pê derxista ku Îsa pêxember, ‘Mesîh e, Kurê Xwedê ye’ (Yûhena 11:27).

3. Îsa Mesîh niha li ku ye?

Piştî ku Îsa Mesîh mir, Yehowa ew wek melek rakir jiyanê û ew vegerand ezmên. Li wir, “Xwedê ew gelek bilind kir” (Filîpî 2:9). Îro, Îsa Mesîh melekekî pir mezin e. Tenê Yehowa Xwedê ji wî mezintir e.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Îsa Mesîh bi rastî kî ye? Û çima muhîm e ku em wî nas bikin?

4. Îsa Mesîh ne Xwedê ye

Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh li ezmanan melekekî pir xurt e. Lê dîsa jî, ew serê xwe li ber Bavê xwe Yehowa ditewîne û ji wî re îtaet dike. Gelo di navbera Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh de çi ferq heye? VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku Kitêba Pîroz çi dibêje.

Di navbera Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh de çi ferq heye? Ayetan bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

Lûqa 1:30-32 bixwîne.

  • Li gor gotinên melek, di navbera Îsa Mesîh û Yehowa Xwedê de çi ferq heye?

Meta 3:16, 17 bixwîne.

  • Gava ku “Îsa imad bû”, yanî bin av bû, çi deng ji ezmên hat?

  • Gelo ew deng, dengê kê bû?

Yûhena 14:28 bixwîne.

  • Gelo kî ji kê mezintir e? Ma bavek ji kurê xwe ne mezintir e?

  • Gava Îsa Mesîh got ku Yehowa Bavê wî ye, wî dixwest çi bigota?

Yûhena 12:49 bixwîne.

  • Gelo Îsa Mesîh qet gotibû ku ew û Bavê xwe Yehowa yek kes in? Tu çi difikirî?

5. Îsa pêxember Mesîhê sozdayî ye

Xwedê dixwest ku bi destê xelaskarekî, yanî bi destê Mesîh, însaniyetê xelas bike. Pêxembertiyên Kitêba Pîroz xuya dikin ku Mesîh kî ye. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku kîjan gotinên Kitêba Pîroz di şexsê Îsa Mesîh de hatibûn cih.

Van gotinên pêxemberan bixwînin û li ser van pirsan sohbetê bikin:

Mîka 5:2 bixwîne û bibîne ku gerek Mesîh li ku derê bihata dinyayê. b

  • Gava ku Îsa Mesîh hat dinyayê, gelo ev gotin hatin cih? (Meta 2:1).

Zebûr 34:20 û Zekerya 12:10 bixwîne û bibîne ku kîjan gotinên li ser mirina Mesîh hatibûn cih.

  • Gelo ev gotinên pêxemberan hatibûn cih? (Yûhena 19:33-37).

  • Tu çi dibêjî, gelo bi destê Îsa Mesîh bû ku ev gotinên pêxemberan werin cih?

  • Bi dîtina te, ev yek çi îsbat dike?

6. Çima muhîm e ku em Îsa Mesîh çêtir nas bikin?

Li gor Kitêba Pîroz, gerek em Îsa Mesîh çêtir nas bikin û bizanin ku rola wî çi ye. Yûhena 14:6 û 17:3 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima ew qas muhîm e ku em Îsa Mesîh çêtir nas bikin?

Îsa pêxember ji me re vekiriye ku em bibin dostên Xwedê. Wî rastiya di heqê Yehowa de dielimand, û tenê bi destê wî em dikarin jiyana herheyî bistînin

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez bawer nakim ku Îsa Mesîh kurê Xwedê ye.”

  • Teyê çi bigota?

BI ÇEND GOTINAN

Îsa Mesîh melekekî pir xurt e. Ji wî re hem Mesîh hem jî kurê Xwedê tê gotin.

Tu çi elimî?

  • Çima ji Îsa Mesîh re “nixuriyê hemû afirînê” tê gotin?

  • Berî ku ew hat dinyayê, wî li ezmanan çi dikir?

  • Em ji ku dizanin ku Îsa bi xwe Mesîhê sozdayî ye?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Haşa ku em bibêjin ku Xwedê zewicî bû û di netîceyê de kurikek hatiye dinyayê. Gelo Xwedê çawa Îsa Mesîh afirandiye?

“Ji Îsa Mesîh re Çima Kurê Xwedê Tê Gotin?” (Meqaleya Înternetê)

Çima em dikarin bibêjin ku fikra Teslîsê, yanî Sêyaneyê, ne li gor Kitêba Pîroz e?

“Gelo Îsa Pêxember û Xwedê Yek in?” (Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 2009)

Jinikekê lêkolîn kir ku Kitêba Pîroz li ser Îsa pêxember çi dibêje û vê yekê jiyana wê guhert.

“Jinikeke Yahûdî Çima ji Îmana Xwe ne Razî Bû” (Hişyar Bin!, Gulan 2013)

a Gerek însaniyet ji çi xelas bibe û rola Îsa Mesîh çi ye? Dersên 26 û 27an cewabên van pirsan didin.

b Gelo gerek Mesîh tam kengê xuya bibûya? Pêxemberan ji berê ve çi gotibûn? Bala xwe bide Zanîna zêde 2.