Here Naverokê

Here naverokê

DERS 53

Dilxurtiya Yehoyada

Dilxurtiya Yehoyada

Keça Îzebelê ya bi navê Atalya wek dayika xwe dilxerab bû. Atalya bi padîşahê Cihûdayê re zewicî bû. Gava zilamê wê mir, kurê wê bû padîşah. Lê gava kurê wê mir, Atalyayê xwe kir hukimdara Cihûdayê. Wê xwest ku koka temamiya zuriyeta padîşah tune bike. Wê her kesê ku dikaribû li şûna wê bibûya padîşah kuşt, heta neviyên xwe jî. Her kes ji wê ditirsiya.

Kahînê Mezin Yehoyada û jina wî Yehoşebayê dizanibû ku tiştên ku Atalyayê dikirin pir xerab bûn. Ji bo ku ew neviyekî Atalyayê veşêrin, wan jiyana xwe xist xeterê. Navê wî Yoaş bû û ew hê bebek bû. Wan ew li îbadetgehê mezin kir.

Gava Yoaş heft salî bû, Yehoyada hemû sersedên eskeran û Lêwî li hev kom kirin û ji wan re got: ‘Li ber deriyên îbadetgehê bisekinin û tu kesî derbasî hundir nekin.’ Piştre Yehoyada tac danî ser serê Yoaş û ew kir padîşahê Cihûdayê. Xelkê Cihûdayê bi dengekî bilind got: ‘Her bijî padîşah!’

Melîke Atalyayê qelebalixa xelkê bihîst û bi ecele çû îbadetgehê. Gava wê padîşahê nû dît, wê bang kir: “Ev xiyanet e! Xiyanet!” Sersedên eskeran melîkeya dilxerab girt, ew bir û kuşt. Lê tesîra wê ya xerab ya li ser milet çawa bû?

Yehoyada alî milet kir ku ew bi Yehowa re peymanekê çêke. Wan soz da ku ewê tenê ji Yehowa re îbadetê bikin. Yehoyada ji wan re got ku gerek ew îbadetgeha Baal hilweşînin û pûtan parçe parçe bikin. Wî kahîn û Lêwî tayîn kirin ku ew di îbadetgehê de kar bikin. Bi vî awayî xelkê dîsa li wir îbadet dikir. Ji bo ku tu kesekî nepaqij derbasî hundirê îbadetgehê nebe, wî nobedar danîn ber îbadetgehê. Di dawiyê de Yehoyada û sersedên nobedaran Yoaş bir qesrê û ew danî ser textê padîşah. Xelkê Cihûdayê kêfxweş bû. Ew ji Atalyaya dilxerab û ji îbadeta Baal xelas bûn. Êdî wan dikaribû ji Yehowa re xizmetê bikin. Gelo te fehm kir ku dilxurtiya Yehoyada çawa alî gelek kesan kir?

“Ji kesên ku dikarin bedenê bikujin, lê nikarin can bikujin, netirsin. Lê ji wî bitirsin, ê ku dikare hem canê we û hem jî bedena we di Gehenayê de helak bike” (Meta 10:28).