DERS 45
Padîşahî Bû Du Qisim
Heta ku Silêman ji Yehowa re îbadet dikir, li Îsraîlê aştî hebû. Lê Silêman gelek jinên ji miletên din ji xwe re anîn. Wan jinan ji pûtan re îbadet dikir. Ji ber wan Silêman hêdî hêdî hat guhertin û wî jî dest bi îbadeta pûtan kir. Yehowa ji Silêman pir aciz bû û ji wî re got: ‘Ezê Padîşahiya Îsraîlê ji destê malbata te derxim û bikim du qisim. Ezê qismê mezin bidim xulamekî te. Lê malbata te wê tenê li ser qismê biçûk hukimdariyê bike.’
Yehowa qerara xwe bi awayekî din jî zelal kir. Rojekê xulamekî Silêman ê bi navê Yeroboam di rê de bû û rastî Ahiya pêxember hat. Ahiya xiftanê xwe çirand û kir 12 parçe û ji Yeroboam re got: ‘Yehowa wê padîşahiya Îsraîlê ji malbata Silêman bistîne û li du qisiman parçe bike. Van deh parçeyan ji xwe re bigire ji ber ku tuyê li ser deh eşîran bibî padîşah.’ Dema ku Silêman Padîşah ev yek bihîst, wî xwest Yeroboam bikuje! Loma Yeroboam ji wir reviya çû Misrê. Piştî demekê Silêman mir û kurê wî Rehoboam bû padîşah. Piştre Yeroboam vegeriya Îsraîlê. Ew difikirî ku jiyana wî êdî ne di xeterê de ye.
Rîspiyên Îsraîlê ji Rehoboam re gotin: ‘Eger tu ji xelkê re qenc bî, ewê ji te re dilsoz bimînin.’ Lê hevalên Rehoboam ên ciwan gotin: ‘Gerek tu ji xelkê re hişk bî! Gerek ew ji berê hê bêtir kar bikin!’ Rehoboam guh da şîreta hevalên xwe yên ciwan û zilm li xelkê kir. Ji ber vê yekê, xelkê serî hilda. Wan Yeroboam kir padîşahê deh eşîran. Ji van deh eşîran re padîşahiya Îsraîlê hat gotin. Lê her du eşîrên din ji Rehoboam re dilsoz man. Ji van her du eşîran re padîşahiya Cihûdayê hat gotin. Êdî 12 eşîrên Îsraîlê li du qisiman parçe bûn.
Yeroboam nedixwest ku xelkê wî here Orşelîmê û li wir îbadetê bike. Tu dizanî çima? Ji ber ku Orşelîm qismê padîşahiya Rehoboam bû. Yeroboam ditirsiya ku miletê wî dev ji wî berde û ji Rehoboam re xizmetê bike. Loma wî du golikên zêrîn çêkirin û ji xelkê xwe re got: ‘Orşelîm pir dûr e. Hûn dikarin li vir jî îbadetê bikin.’ Ji ber vê yekê, xelkê dest bi îbadeta golikên zêrîn kir û dîsa Yehowa ji bîr kir.
“Bi kesên nebawermend re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi eleqeya rastdariyê bi neheqiyê re heye? … Yan ma çi para kesekî bawermend bi kesekî nebawermend re heye?” (2. Korîntî 6:14, 15).