Here Naverokê

Here naverokê

DERS 101

Pawlos Dişînin Romayê

Pawlos Dişînin Romayê

Sefera Pawlos a sisêyan li Orşelîmê bi dawî bû. Dema ku ew li wir bû, ew hat girtin û avêtin hebsê. Şevekê Îsa di dîtiniyeke de ji wî re got: ‘Tuyê biçî Romayê û li wir mizgîniyê belav bikî.’ Pawlos ji Orşelîmê hat şandin Qeyseriyê û du salan li wir girtî ma. Gava doza wî li ber Fêstosê Walî vebû, Pawlos got: ‘Ez dixwazim doza xwe bibim Romayê ber Qeyser.’ Fêstos got: “Madem ku tu dixwazî doza xwe bibî ber Qeyser, tuyê herî ba Qeyser.” Pawlos li gemiyeke ku diçû Romayê siwar bû. Lûqa û Arîstarxos jî pê re çûn.

Gava ew li ser behrê bûn, firtoneyeke xurt rabû ku gelek rojan dewam dikir. Hemû kes difikirîn ku ewê bimirin. Lê Pawlos got: ‘Zilamno, melekekî di xewnê de ji min re got: “Netirse Pawlos. Tuyê biçî Romayê û her kesê ku bi te re ye wê xelas bibe.” Bila dilê we xurt be! Em namirin.’

Wê firtoneyê 14 rojan dewam kir. Di dawiyê de wan cihek dît. Ew cih girava Maltayê bû. Gemî di qûmê de asê ma û parçe parçe bû, lê hemû 276 kesên di gemiyê de sax man. Hinekan ji wan avjenî kir û hinekan jî xwe bi parçeyên gemiyê girtin û ber bi qeraxê ve çûn. Xelkê Maltayê ji bo ku wan germ bikin agir vêxist û li wan xwedî derket.

Piştî sê mehan eskeran Pawlos bi gemiyeke din bir Romayê. Dema ku ew gihîşt wê derê, bira hatin pêşiya wî. Gava Pawlos ew dîtin, wî ji Yehowa re şikir kir û cesaret stand. Pawlos her çi qas girtî bû jî, îzna wî hebû ku di maleke kirêkirî de bimîne. Ew du salan li wir ma û eskerekî nobeta wî digirt. Gelek kes dihatin ku wî bibînin. Pawlos ji wan re behsa mizgîniya Hukimdariya Xwedê dikir û ew li ser Îsa dielimandin. Wekî din, Pawlos ji civatên Anatolya û Cihûstanê re name nivîsandin. Yehowa Pawlos bi rastî bi kar anî ku ew li gelek welatan mizgîniyê belav bike.

“Em di her tiştî de xwe wek xizmetkarên Xwedê tewsiye dikin: Gava em di gelek tiştan de tehemul dikin, di tengasiyan de, di rojên zor û zehmet de” (2. Korîntî 6:4).