Here Naverokê

Here naverokê

DERS 84

Îsa li ser Avê Dimeşe

Îsa li ser Avê Dimeşe

Îsa dikaribû nexweşan qenc bike û miriyan rake. Wî dikaribû ba û baranê jî kontrol bike. Piştî duakirina li ser çiyê, Îsa ji jor ve li Behra Celîleyê nêrî û dît ku firtone rabûye. Şandiyên wî di qeyîkê de bûn û li hemberî pêlên behrê li ber xwe dida. Îsa ji çiyê daket, li ser avê meşiya û ber bi qeyîkê ve çû. Gava şandiyan dît ku kesek li ser avê dimeşe, ew pir tirsiyan. Lê Îsa ji wan re got: ‘Netirsin, ez im!’

Petrûs got: ‘Efendiyê min, eger tu yî, emir bide min ku ez li ser avê bimeşim û werim cem te.’ Îsa ji Petrûs re got: ‘Were!’ Firtone her çi qas xurt bû jî, Petrûs ji qeyîkê peya bû û li ser avê meşiya û ber bi Îsa ve çû. Lê gava ew nêzîkî Îsa dibû, Petrûs li firtoneyê nêrî û tirsiya. Gava wî dît ku hindik maye ku ew bixeniqe, Petrûs bang kir: ‘Efendiyê min, min xelas bike!’ Îsa bi destê wî girt û got: “Ka baweriya te? Tu çima dudilî bûyî?”

Îsa û Petrûs li qeyîkê siwar bûn û di cih de firtone sekinî. Tu dikarî xeyal bikî ku şandiyan çi hîs dikir? Wan ji Îsa re got: “Tu bi rastî Kurê Xwedê yî.”

Ev ne tenê cara pêşîn bû ku Îsa av û hewa kontrol kir. Careke din Îsa û şandiyên xwe bi qeyîkê diçûn aliyê din ê behrê. Îsa xwest ku di dawiya qeyîkê de rakeve. Gava ew di xewê de bû, firtoneyeke xurt rabû. Pêlên behrê li qeyîkê diketin û qeyîk bi avê tije bû. Şandiyan Îsa hişyar kir û got: ‘Mamoste, emê bimirin! Alî me bike!’ Îsa rabû û ji behrê re got: ‘Bisekine!’ Di cih de ba û firtone sekinîn. Îsa ji şandiyan pirsî: ‘Ma baweriya we tune ye?’ Wan ji hev re got: “Heta ba û behr jî bi ya wî dikin.” Şandî tiştekî muhîm elimîn. Eger ew tam bi Îsa bawer bikin, ne hewce ye ku ew ji tiştekî bitirsin.

“Ez bawer im ku ezê li diyarê jîndaran, bibînim qenciya Xudan?” (Zebûr 27:13).