Here Naverokê

Here naverokê

DERS 59

Çar Xortên ku Guh Da Yehowa

Çar Xortên ku Guh Da Yehowa

Nebûkadnetsar xortên ji Cihûdayê yên ji malên mezin birin Babîlê. Wî memûrekî qesrê yê bi navê Aşpenaz kir çavdêrê wan. Nebûkadnetsar ji Aşpenaz xwest ku ew xortên herî zana û saxlem ji nav wan hilbijêre. Ev xort sê salan hatin perwerdekirin. Vê perwerdeyê ew hazir dikirin ku ew li Babîlê bibin memûrên muhîm. Lazim bû ku xort hînî xwendin, nivîsandin û xeberdana bi zimanê Akadî yê Babîlê bibin. Wekî din ji wan hat xwestin ku ew ji xwarina ku padîşah û memûrên wî dixwar bixwin. Çar kes ji van xortan Danîêl, Hananya, Mîşaêl û Azarya bûn. Aşpenaz navên nû yên Babîliyan li wan kirin: Bêlteşassar, Şadrak, Meşak û Abed-Nego. Gelo wan ji ber vê perwerdeyê dev ji xizmeta Yehowa berda?

Her çar xort biqerar bûn ku guh bidin Yehowa. Wan dizanibû ku gerek ew ji xwarina padîşah nexwin, çimkî li gor Qanûna Yehowa hinek ji wan xwarinan qedexe bûn. Loma wan ji Aşpenaz re got: ‘Ji kerema xwe re me mecbûr neke ku em ji xwarina padîşah bixwin.’ Aşpenaz ji wan re got: ‘Eger hûn nexwin û padîşah rûyê we yê çilmisî bibîne, ewê min bikuje!’

Fikreke Danîêl hebû. Wî ji çavdêrê xwe re got: ‘Ji kerema xwe re deh rojan tenê av û şînahiyê bide me. Paşê me û xortên ku xwarina padîşah dixwin bide ber hev.’ Çavdêr qebûl kir.

Piştî ceribandina deh rojan, Danîêl û sê hevalên wî ji hemû xortên din çêtir û sihettir xuya dikir. Yehowa kêfxweş bû ku van xortan guh da wî. Wî hîkmet da Danîêl ku ew ji xewn û dîtiniyan fehm bike.

Piştî ku perwerdeya wan qediya, Aşpenaz xort anîn cem Nebûkadnetsar. Padîşah bi wan re xeber da. Wî dît ku Danîêl, Hananya, Mîşaêl û Azarya ji hemû xortên din zanetir bûn. Wî ev çar xort hilbijartin ku di qesra wî de kar bikin. Padîşah gelek caran di meseleyên muhîm de bi wan dişêwirî. Yehowa ew ji hemû aqilmend û sêrbazên padîşah zanetir kirin.

Ew her çi qas li welatekî xerîb bûn jî, Danîêl, Hananya, Mîşaêl û Azarya ji bîr nekir ku ew xizmetkarên Yehowa ne. Eger dê û bavê te ne li cem te bin jî, gelo tuyê bi ya Yehowa bikî?

“Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak” (1. Tîmotêyos 4:12, Mizgînî).