DERS 60
Padîşahiya ku wê Her Tim Hebe
Şevekê Nebûkadnetsar Padîşah xewneke ecêb dît. Vê xewnê ew pir aciz kir û xew lê herimand. Wî gazî sêrbazên xwe kir û got: ‘Maneya xewna min ji min re bêjin.’ Wan got: ‘Ya padîşah, kerem ke pêşî xewna xwe ji me re bêje.’ Lê wî ji wan re got: ‘Na! Gerek hûn xewna min ji min re bêjin, yan ezê we bikujim.’ Wan dîsa ji wî re got: ‘Xewna xwe ji me re bêje û emê xewna te şîrove bikin.’ Wî got: ‘Hûn gişt dixwazin min bixapînin. Ka hûn bêjin min çi dîtiye!’ Sêrbazan ji padîşah re got: ‘Tu kes nikare vê yekê bike. Daxwaza te ne mumkin e.’
Nebûkadnetsar ew qas qehirî ku wî fermana kuştina hemû zilamên aqilmend ên welêt da. Di nav wan de Danîêl, Şadrak, Meşak û Abed-Nego jî hebûn. Danîêl ji padîşah rica kir ku ew hinek wextê bide wî. Paşê wî û hevalên wî ji Yehowa re dua kir û ji wî rica kir ku ew alî wan bike. Gelo Yehowa çi kir?
Yehowa xewna Nebûkadnetsar di dîtiniyekê de nîşanî Danîêl da û maneya wê ji wî re got. Roja din Danîêl çû cem xizmetkarê padîşah û got: ‘Zilamên aqilmend nekujin. Ez dikarim maneya xewna padîşah bêjim.’ Xulamê Nebûkadnetsar Danîêl bir cem wî. Danîêl ji padîşah re got: ‘Xwedê tiştên ku wê di rojên pêş de biqewimin nîşanî te dane. Xewna te ev e: Te heykelekî mezin dît. Serê wî ji zêr, sing û milên wî ji zîv, zik û qorikên wî ji sifir, lingên wî ji hesin û pêyên wî hinek ji hesin û hinek ji heriyê bûn. Paşê kevirek ji çiyê hat xwarê û li pêyên heykel ket. Heykel parçe parçe bû, wek tozê hûr bû û ba ew belav kir. Ew kevir bû çiyayekî mezin û rûyê erdê bi temamî tije kir.’
Danîêl wisa dewam kir: ‘Maneya xewna te ev e: Ew serê zêrîn padîşahiya te ye. Ew zîv padîşahiya ku wê piştî te rabe temsîl dike. Piştre padîşahiyeke din wê derkeve holê. Ev padîşahî dişibe sifirê û wê li ser temamiya dinyayê hukim bike. Padîşahiya ku wê piştre were wê eynî wek hesin xurt be. Di dawiyê de padîşahiyeke ji hev qisimkirî wê derkeve holê. Qismekî wê wek hesin xurt e û qismê din wek heriyê sist e. Kevirê ku ji çiyê hat xwarê Padîşahiya Xwedê ye. Ewê van hemû padîşahiyan tune bike û her tim hebe.’
Nebûkadnetsar li ber Danîêl çû ser çokan. Wî got: ‘Xwedayê te ev xewn ji te re eşkere kir. Xwedayekî wek wî tune ye.’ Nebûkadnetsar êdî nexwest Danîêl bikuje. Wî Danîêl danî ser hemû zilamên aqilmend û ew kir waliyê herêma Babîlê. Bi rastî Yehowa duaya Danîêl bihîst, ma ne wisa ye?
“Hingê wan ruhan ew padîşah li wî cihî civandin, ku bi Îbranî jê re ‘Harmegedon’ tê gotin” (Peyxam 16:16, Mizgînî).