2. MÛSA 6-7
XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ |“Ezê li Fîrawûn Çi Bikim, Niha Tuyê Bibînî”
6:1, 6, 7; 7:4, 5
Berî ku Yehowa bela bianiya ser welatê Misrê û bi vê yekê miletê Îsraêl ji koletiyê xelas bikira, wî ji Îsraêliyan re got ku ewê çi bike. Îsraêliyan wê qudreta Yehowa ji aliyê nû ve bidîta, û Misriyan wê rind fehm bikira ku Yehowa kî ye. Gava sozên Yehowa hatin cih, baweriya Îsraêliyan xurt bû û ew teşwîq bûn ku ji tesîra baweriyên sexte yên Misrê bifilitin.
Ev serpêhatiya Kitêba Pîroz çawa baweriya te xurt dike ku hemû sozên Yehowa wê bên cih?