WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Edeba li ber Derî
Şagirtên Îsa “ji dinyayê re ... bûn temaşe” (1Kr 4:9). Loma gerek em ecêbmayî nemînin çaxa hin mirov ji pencereyê me temaşe dikin an jî ji piştî derî ve guh didin me. Di hin malan de, xwediyê malê dikare bi alîkariya kamera û mîkrofonê li me binêre, guh bide û dengê me qeyd bike. Ji ber vê yekê, gava em li ber derî disekinin, lazim e ku em li gor edebê hereket bikin (2Kr 6:3).
BI RABÛN Û RÛNIŞTINA XWE (Flp 1:27):
-
Hurmet bide mehremiyeta mirovan. Li hundirê malan nenêre. Çaxa tu li ber derî disekinî, nexwe, venexwe, telefon neke û SMS neşîne.
BI XEBERDANA XWE (Ef 4:29):
-
Çaxa tu li ber derî disekinî, tiştên ku tu naxwazî ku xwediyê malê bibihîze nebêje. Hin mizgînvan jî bi temamî bêdeng dimînin û li ser tiştên ku ew dixwazin bibêjin difikirin.