WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Em Dikarin ji Stranên Nû Çi Bielimin?
Kîjan stranên nû li te xweş tên û çima? Li gor te, gelo vîdeoyên van stranan rewşa jiyana meye îroyîn rind nîşan didin? Stîl û temayên stranan cure cure ne, loma ji bo her kesî tiştek heye. Lê belê, stranên nû ne tenê ji bo kêfê ne.
Di her stranê de dersek heye. Ev ders alî me dikin ku em bibin şagirtên hê baş. Mesela, hin stran bala me dikişînin ser mêvanperwerî, yekîtî, hevaltî, mêrxasî, hezkirin û baweriyê. Hin ji wan jî alî me dikin ku em vegerin ba Yehowa, efûkar bin, dilrast bimînin û bikevin pey armancên ruhî. Bi ser de, stranek heye ya ku nîşan dide ku em çawa dikarin telefonên xwe yên mobîl bi awayekî baş bi kar bînin. Gelo te di van stranan de kîjan dersên din dîtine?
LI VÎDEOYA STRANA MÊRXASÎ BIDE MIN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Xwişk û birayên li vê vîdeoyê li ber kîjan tengasiyan mêrxas bûn?
-
Ev xwişk û bira bi çi bawer bûn? (1Mû 14:20)
-
Di demeke nêzik de, emê rastî çi tengasiyan bên?
-
Çi wê alî me bike ku em her tim mêrxas bin? (2Qr 6:16).