Mîsala Dara Zeytûnê
Qismên dara zeytûnê çi temsîl dikin?
-
Dar: Pêkhatina mexseda Xwedê ya li ser Peymana bi Birahîm re
-
Ra: Îsa Mesîh, yanî qismê sereke yê zuriyeta Birahîm
-
Çiqil: 144.000 kesên hilbijartî, yanî qismê din ê zuriyeta Birahîm
-
Çiqilên birî: Cihûyên ku Îsa red kir
-
Çiqilên tamandî: Şagirtên meshkirî yên ji miletên din
Wek ji berê de hatibû gotin, zuriyeta Birahîm – yanî Îsa Mesîh û 144.000 – wê “ji miletan re” bereketan bînin (Rm 11:12; 1Mû 22:18).
Ev yek ku Yehowa mexseda xwe ya li ser zuriyeta Birahîm çawa pêk aniye, di heqê Yehowa de çi rêyî min dide?