WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bi Dilxwazî û bi Sebir li Bendê Be
Çi qas wext e ku tu li benda Padîşahiya Xwedê yî? Hin tengahî hebin jî, gelo tu bi sebir li bendê yî? (Rm 8:25). Hin şagirtên Îsa rastî nefret û neheqiyê tên, dikevin hebsê an jî bi mirinê tên tehdît kirin. Gelek kesên din jî nexweş in an kal û pîr bûne.
Gava tengahî çêdibin, çi wê alî me bike ku em bi dilxwazî li bendê bin? Gerek em her roj Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin ku baweriya me qewî bimîne. Hewce ye ku em bala xwe baş bidin hêviya xwe (2Kr 4:16-18; Îbr 12:2). Gerek em ji Yehowa re niyaz bikin û ruhê pîroz bixwazin (Lq 11:10, 13; Îbr 5:7). Bavê meyî ezmanî ji me hez dike û dikare alî me bike ku em bi dilxweşî sebir bikin (Kl 1:11).
LI VÎDEOYA EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; ÇEV BIDINE MESELÊN BAŞ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Tiştên ku em hêvî nakin çawa dikarin li ser jiyana me tesîr bikin? (Wz 9:11).
-
Gava tengahî çêdibin, dua çawa dikare alî me bike?
-
Eger em bi qasî berê nikaribin ji Yehowa re xizmet bikin, gerek em çima bala xwe bidin vê ku em niha çi dikarin bikin?
-
Çi alî te dike ku tu emîn bî ku tuyê xelatê bistînî?