Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 3. MÛSA 12-13

Dersên Muhîm ji Qanûnên di Heqê Cuzamê de

Dersên Muhîm ji Qanûnên di Heqê Cuzamê de

13:4, 5, 45, 46, 52, 57

Gelo qanûnên di heqê cuzamê de çawa dikarin alî me bikin ku em ji aliyê ruhî ve pak bimînin?

  • Yehowa rêyî kahînan da ku ew çawa dikarin nexweşiya cuzamê zû bi zû tê derxin. Îro jî, kalên civatê rind bala xwe didin ku kî hewceyî alîkariya ruhî ye (Aq 5:14, 15).

  • Hemû eşyayên bicuzam gerek bihatana şewitandin, ji bo ku nexweşî belav nebe. Şagirtên Îsa jî gerek hazir bin ku dev ji tiştên ku dikarin wan ber bi gunehê ve bibin, berdin (Mt 18:8, 9). Mesela, gerek em dev ji adet, heval yan mijûliyên nebaş berdin.

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em hazir in ku alîkariya Yehowa bistînin?