WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Li ser Van Tiştan Bifikire
Li ser kîjan tiştan? Filîpî 4:8 wisa dibêje: “Çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin.” Xwedê helbet nabêje ku gerek em tenê li ser Kitêba Pîroz bifikirin. Lê belê gava em li ser tiştên din difikirin, gerek fikrên me dîsa jî li Yehowa xweş bên. Gerek em hay ji xwe hebin ku fikrên me dilsoziya me xera nekin (Zb 19:14).
Carinan hêsan nîne ku em xwe ji fikrên nebaş dûr bigirin. Ji xeynî qisûrdariya xwe, em bi Îblîs jî micadele dikin, ê ku “xwedayê vê dinyayê” ye (2Kr 4:4). Ji ber ku medyaya vê dinyayê di bin kontrola wî de ye, gelek tiştên ku li televîzyonê, li radyoyê, li înternetê û li kitêb û kovaran hene, xerab in. Eger em hay ji xwe nebin ku em hişê xwe bi çi tije dikin, fikrên me wê xera bibin. Bi zeman re, fikrên me wê li ser kirinên me jî tesîr bikin (Aq 1:14, 15).
LI VÎDEOYA XWE JI VAN TIŞTA DÛR BIGIRE YÊN KU AMINIYÊ HILDIŞÎNIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Birayekî li telefona xwe li çi temaşe dikir, û vê yekê li ser wî çawa tesîr kir?
-
Galatî 6:7, 8 û Zebûr 119:37 çawa alî wî kir?