Here Naverokê

Here naverokê

5-11 Gulan

METHELOKÊN SILÊMAN 12

5-11 Gulan

Kilam 101 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Xebatkarên Jîr û Jêhatî Bêbereket Namînin

(10 deqe)

Nekeve pey tiştên bêqîmet, çimkî bi vî awayî em wext û qeweta xwe boş û vala xerc dikin (Mtl 12:11)

Di karê xwe de yekî jîr û jêhatî be (Mtl 12:24; w16.06-RDU 30 par. 6)

Tuyê ji bo karê destê xwe bereketan bistînî (Mtl 12:14)

TEWSIYE: Kesê ku ji bo xêra kesên din bi dil û can kar dike, pir kêfê jê distîne (Kar 20:35; w15-RDU 1/2 5 par. 4-6).

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Mtl 12:16: Ev prensîp çawa dikare alî me bike ku em li hemberî probleman bisekinin? (ijwyp meqale 95 par. 10-11)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mtl 12:1-20 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. (lmd ders 1 fikir 4)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 5 fikir 4)

6. Ziyaretan Dubare Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kesê din xwediyê zarokan e. Behsa malpera me bike. (lmd ders 9 fikir 3)

7. Baweriya Xwe Şîrove Bike

(3 deqe) Temaşe. ijwfq meqale 3. Mijar: Gelo Şahidên Yehowa Bawer Dikin ku Tenê Îbadeta Wan Rast e? (lmd ders 4 fikir 3)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 21

8. Bi Alîkariya Yehowa li Hemberî Problemên Madî Bisekinin

(15 deqe) Gotûbêj.

Gelo tu di heqê karê xwe de xem dixwî? Gelo tu ditirsî ku rojekê bê pere bimînî û nikaribî debara mala xwe bikî? Di vê dinyayê de mirov dikare ji nişka ve bêîş bimîne. Lê Yehowa soz dabû me ku ewê tim li me xwedî derkeve. A muhîm ev e ku em berî her tiştî ji wî re xizmetê bikin, heta li wexta ku problemên me yên madî hebin (Zb 46:1-3; 127:2; Mt 6:31-33).

VÎDEOYA Yehowa Em Tu Caran bi Tenê Nehiştine vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

  • Gelo em dikarin ji serpêhatiya birayê Francisco çi hîn bibin?

1. Tîmotêyos 5:8 bixwîne. Paşê vê pirsê bipirse:

  • Ev ayet çawa dikare îmana me xurt bike ku Yehowa her tim li xizmetkarên xwe xwedî derdikeve?

Eger ji aliyê madî ve problemên me hebin, ev prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin:

  • Bila jiyana me sade be. Nekevin bin barê deynên nelazim û ji bo tiştên nelazim zêde pereyan xerc nekin (Mt 6:22).

  • Kar û meslekekî wisa hilbijêre ku tu bikarî berî her tiştî bala xwe bidî xizmeta Yehowa (Flp 1:9-11).

  • Dilnizm be û hazir be ku xwe li gor hal û rewşên nû eyar bikî. Eger tu karê xwe winda bikî, hazir be ku li karekî din jî bigerî. A muhîm ev e ku tu li hewcedariyên maliyên xwe xwedî derkevî (Mtl 14:23).

  • Eger mal û milkê te pir nebe jî, hazir be ku xêrê li kesên din bikî (Îbr 13:16).

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 57 û Dua