Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. KORÎNTÎ 7-10

Xizmeta Destekdayînê

Xizmeta Destekdayînê

8:1-4; 9:7

Xizmeta şagirtên Îsa ji du paran tê meydanê – “xizmeta lihevanînê”, yanî îşê belavkirin û hînkirina mizgînê, û xizmeta destekdayîna ji bo xwişk û birayan (2Kr 5:18-20; 8:4). Destekdayîna ji bo xwişk û birayên hewcedar pareke xizmeta meye pîroz e. Bi alîkariya xwe, em

  • destek didin xwişk û birayên hewcedar (2Kr 9:12a).

  • destek didin felaketzedeyan ku ew vegerin fealiyetên xwe yên ruhî wek lêkolîna şexsî, hazirbûna li civînan û belavkirina mizgînê, û bi vî awayî ew dikarin şikurdariya xwe ji Yehowa re nîşan bidin (2Kr 9:12b).

  • Yehowa birûmet dikin (2Kr 9:13). Xizmeta destekdayînê bala her kesî dikişîne ser mizgînê, heta ku kesên ku li Şahidên Yehowa baş nanêrin jî.