Dîtiniyeke ku Baweriyê Xurt Dike
Wexta ku dîtiniya guhertinê pêk hat, bîne ber çavê xwe ku Îsa çi hîs kir gava dengê Bavê xweyî ezmanî bihîst, ê ku got ku ew ji wî razî ye. Bêguman, ev yek Îsa ji bo tengahiyan hazir kir û qewet da wî. Petrûs, Aqûb û Yûhenna jî ji vê dîtiniyê pir tesîr girt. Wan fehm kir ku Îsa bi rastî Mesîh e, û lazim e ku ew guh bidin wî. 32 sal piştî vê, Petrûs ev dîtinî anî bîra xwe û got: “Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn” (2Pt 1:16-19).
Rast e, me ev dîtinî bi çavê xwe nedîtiye, lê belê em dibînin ku ev dîtinî çawa tê cih. Niha, Îsa Padîşahekî biqewet e. Di demeke nêzik de, ewê “bi ser keve” û riya dinyaya nû veke (Py 6:2).
Pêkhatina vê pêxemberiya Kitêba Pîroz baweriya te çawa xurttir dike?