WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Baweriya Xwe ya bi Peyva Xwedê Xurttir Bike
Peyva Xwedê dikare jiyana me xweştir bike (Îbr 4:12). Lê ji bo ku em ji rêberî û şîretên wê feydeyê bistînin, gerek em bawer bikin ku ew bi rastî “peyva Xwedê” ye (1Se 2:13). Em çawa dikarin baweriya xwe ya bi Kitêba Pîroz xurttir bikin?
Her roj qismekî ji Kitêba Pîroz bixwîne. Gava tu dixwînî, li îsbatên ku nivîskarê Kitêba Pîroz Yehowa ye, bigere. Mesela, şîretên di kitêba Methelokên Silêman de lêkolîn bike û bala xwe bidê ku gotinên wê çi qas bihîkmet in û ji bo xêra me ne (Mtl 13:20; 14:30).
Ji xwe re meseleyekê lêkolîn bike. Îsbatên ku Kitêba Pîroz ji îlhama Xwedê ye, baş nas bike. Di Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa de di nava qismê “Kitêba Pîroz” de li “Ji Îlhama Xwedê” mêze bike. Wekî din, tu dikarî Pêveka A3 ya di Wergera Dinyaya Nû de lêkolîn bikî û bi vî awayî baweriya xwe xurt bikî ku Kitêba Pîroz nehatiye guhertin.
LI VÎDEOYA SEBEBÊN BAWERIYA ME YA BI … PEYVA XWEDÊ TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Dîwarê perestgehekê yê li Karnakê (Misir) çawa îsbat dike ku Kitêba Pîroz rast e?
-
Em ji ku dizanin ku Kitêba Pîroz nehatiye guhertin?
-
Tu çi dibêjî, ev yek ku Kitêba Pîroz heta îro hatiye parastin çawa îsbat dike ku ew Peyva Xwedê ye? (Îşaya 40:8 bixwîne).