“Hişyar Bimînin”
Mesela deh keçikan her çi qas ji bo şagirtên Îsa yên meshkirî hatiye dayîn jî, hemû şagirtên wî dikarin jê ders bistînin (w15-RDU 1/3 12-16). “Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin” (Mt 25:13). Maneya vê meselê çi ye?
-
Zava (ayet 1): Îsa
-
Keçikên şehreza (ayet 2): Şagirtên meshkirî yên ku hazir in ku şixulê xwe bi dilsozî bînin cih û heta dawiyê ronahiyê bidin (Flp 2:15)
-
Îlana “Va ye zava tê!” (ayet 6): Îşareta hazirbûna Îsa
-
Keçikên bêaqil (ayet 8): Şagirtên meshkirî yên ku derdikevin ku rastî zavê bibin, lê heta dawiyê hişyar namînin û dilsozî û rastiya xwe berdewam nakin
-
Keçikên şehreza dohnê xwe nadin (ayet 9): Piştî mora dawîn, meshkiriyên dilsoz êdî nikarin alîkariyê bidin meshkiriyên ku ji rê derketine
-
“Zava hat” (ayet 10): Nêzikî dawiya tengahiya mezin, Îsa tê ji bo ku hikum bide
-
Keçikên şehreza bi zavê re dikevin şahiya dawetê û derî tê girtin (ayet 10): Îsa meshkiriyên dilsoz li ezmanan top dike, lê belê yên ku ne dilsoz in xelata xwe winda dikin