KILAMA 82
Bira Ronaya We Eyan be
-
1. Îsa ferman daye
Ronayê bidin,
Çawa ronaya tev,
Bo her kes diçin.
Nivîsarên Pîroz
Bîlanyê dide.
Her şixulên meye baş,
Bav rûmet dike.
-
2. Ronaya Padşatyê,
Şabûnê tîne,
Kesên dilşkestîra
Berdilyê dide.
Bira ronaya me,
Hê zêde bibe.
Xebera ser zarê me,
Bi hurmetê be.
-
3. Mizgînya Padşatyê,
Wê hê qîmet be.
Gava her kirên me,
Bi xîretê be.
Were berdewam kin
Ronayê bidin.
Wekî navê Xwedê xwe,
Hurmet-rûmet kin.
(Usa jî binihêre Zeb. 119:130; Met. 5: 14, 15, 45; Kols. 4:6).