Kilam 53
Bi Yektî Kar Bikin
(Efesî 4:3)
1. Nava meda heye yektî,
Ev soz, Xwedê anî sêrî.
Em yektiyêda edil dijîn,
Û dibine xwezilî
Em tevî hev yek in,
Bextewar dijîn,
Qirara Xwedê pêk tînin,
Bav û Îsa hukum dikin.
Milûktî emê qulix kin,
Bi yektî kar bînin.
2. Hûn Xwedêra dua bikin,
Û meriyara qenciyê bikin.
Bira zêde be hezkirin,
Edlayê bistînin.
Ev yek wê me geş ke,
Û hêsa bike.
Heger em hez kin birêd xwe,
Xwedê wê bide kerema.
Tevî hev emê edil bin,
Xwedêra qulix kin.
(Binihêre usa jî Mîx. 2:12; Sêfn. 3:9; 1 Korn. 1:10.)