Kilam 11
Şa ke Dilê Yahowa
(Metelok 27:11)
1. Xwedê, em sond dixwin ber te,
Bînin serî qirara te.
Emê şixulê rast bikin,
Timê dilê te şa bikin.
2. Li ser erdê xulamê te,
Gilî dike derheqa te.
Xwarina ruhanî dide,
Û timê me qewî dike.
3. Tu ruhê pîroz bide me,
Ku rast bin ber bi çevê te.
Her gav navê te rûmet kin,
Û timê dilê te şa kin.
(Binihêre usa jî Met. 24:45-47; Lûqa 11:13; 22:42.)