Li gora Yûhenna 2:1-25
2 Roja sisiya, Qanaya Celîlêda dewatek hebû, û diya Îsa wêderê bû.
2 Îsa û şagirtên wî jî hatibûne teglîfkirinê ser vê dewatê.
3 Gava şerav îda xilaz dibû, diya Îsa jêra got: “Şerava wan nema”.
4 Lê Îsa wêra got: “Çî îşê me ye?* Hê wextê min nehatiye”.
5 Diya wî berdestiyara got: “Ew wera çi bêje, bikin”.
6 Wêderê 6 kûpên kevirî bona avê hebûn, yên ku li gora edetê Cihûya bona paqijkirinê dihatine xebitandinê. Her kûpekî dikaribû weke 2 yan 3 pîvan* av hilda.
7 Îsa wanra got: “Van kûpa bi avê tije kin”. Û wana ew heta dêv tije kir.
8 Paşê ewî wanra got: “Niha hinekî derxin û berpirsiyarê dewatêra bivin”. Û wana usa jî kir.
9 Gava berpirsiyarê dewatê ava ku bibû şerav tem kir (ewî nizanibû ku ew ji ku hat, tenê berdestiyên ku av derxistin zanibûn), gazî zevê kir,
10 û jêra got: “Her kes pêşiyê şerava rind derdixe, û gava mêvan serxweş dibin, ew şerava nerind derdixe. Lê te heta niha şerava rind xwey kiriye”.
11 Ev keremeta ku Îsa Qanaya Celîlêda kir, keremeta wîye pêşin bû. Bi vî awayî ewî rûmeta xwe eyan kir, û şagirtên wî baweriya xwe wî anîn.
12 Paşî vê yekê, ew tevî diya xwe, birên xwe, û şagirtên xwe çû Kepernahûmê, lê ewana wêderê gelek roj neman.
13 Cejina Derbazbûnê ya Cihûya nêzîk dibû, û Îsa hilkişiya Orşelîmê.
14 Paristgehêda ewî merivên ku dewar, pez û kevotk difirotin û usa jî pereguhêr rûniştî dîtin.
15 Hingê ewî ji bena qamçîk çêkir, û hemû kes tevî pez û dewarên wan ji paristgehê derxistin, qurûşên pereguhêra avîtin û textên wan welgerandin.
16 Û ewî kevotkfiroşara got: “Vana ji vira hildin! Îda mala Bavê min nekine mala arş-vêrşiyê”.*
17 Şagirtên wî anîn bîra xwe ku hatiye nivîsarê: “Xîreta hindava mala te wê mîna agirekî gur dilê minda be”.*
18 Hingê Cihûya ji wî pirsîn: “Bi çi nîşanê tu dikarî mera îzbat kî, wekî îzina te heye van tişta bikî?”
19 Îsa caba wan da: “Evê paristgehê hilşînin, û ezê wê nava sê rojada ava kim”.
20 Hingê Cihûya wîra gotin: “Ev paristgeh nava 46 salada hatiye avakirinê, û tu dixwazî nava sê rojada ava kî?”
21 Lê gava ewî derheqa paristgehê digot, ewî besa bedena xwe dikir.
22 Gava Îsa ji mirinê hate rakirinê, şagirtên wî anîne bîra xwe ku ewî ev yek çend cara gotibû, û wana baweriya xwe Nivîsarên Pîroz û gotinên Îsa anî.
23 Çaxê Îsa wedê Cejina Derbazbûnê Orşelîmêda bû, gelek meriva keremetên ku ewî dikirin dîtin, û baweriya xwe wî* anîn.
24 Lê Îsa bi temamî îtbariya xwe wana nedianî, çimkî ewî ew hemû nas dikirin,
25 û ew ne hewcê wê yekê bû, ku kesekî bona merivekî wîra tiştek bigota, çimkî ewî dilê meriva zanibû.
Спартьн
^ Raste-rast “Jinik, çî min û tera ne?” Ew îdyoma ye, ku neqayîlbûn dihate hesabê. Xebera “jinik”, bêqedirî nîşan nedikir.
^ Yan “2-3 bat”. Batek dikire 22 lîtr.
^ Yan “bazar”.
^ Raste-rast “Xîreta hindava mala te wê min bixwe”.
^ Raste-rast “navê wî”.