Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bi Şabûn, Kilamada Pesnê Yehowa Bidin

Bi Şabûn, Kilamada Pesnê Yehowa Bidin

Pawlos û Sîlas di kelêda bi kilama pesna didane Yehowa (Kr.Şn. 16:25). Bêşik stiranên wan, qewatê dida wan ku teyax kin. Lê çi em dikarin bêjin derheqa xwe? Kilam hebandinêda didane xebatê. Îro jî ew dikarin me hêlan kin û alî me bikin wedê cêribandina amin bimînin. Lê hê ferz ew e, wekî ew kilam Yehowa hurmet-rûmet dikin (Zb. 28:7). Wê baş be wekî em hine kilam bi ezberî hîn bin. Lê we îda destpêkiriye? Wedê qulixkirina tevî malbetê hûn dikarin ewan kilama bistirên û hîn bin.

BINIHÊRE VÎDÊO “ZAR BI KILAMA PESNA DIDINE YEHOWA”, Û CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Kilamên Padşatiyê çi cûreyî dikarin aliyê başda li ser me hukum kin?

  • Çi cûreyî Îdara Aûdîo û Vîdêo, kilamên Padşatiyê dinivîsin?

  • Çawa zar û dê-bavên wan hazir dibin, seva ku kilam bêne nivîsandinê?

  • Kîjan kilam te xweş tên û çima?