PIRSÊN XWENDEWANA . . .
Kî Xwedê Efirandiye?
Bide ber çevê xwe, ku bav tevî kurê xweyî heft salî xeber dide. Ew dibêje: “Gelek wext pêşda Xwedê erd efirandiye usa jî her tiştên ser erdê. Ewî tev, hîv û steyrk efirandine. Kur ser giliyê bavê xwe difikire û paşê dibêje: “Bavo, lê kî Xwedê efirandiye?”
Bav dibêje: “Tu kesî Xwedê neefirandiye. Ew timê hebûye”. Zar ji vê şirovekirinê razî dibe. Lê çaxê zar mezin dibe, ew dîsa vê pirsê dide bavê xwe, çimkî wîra çetin e fem bike: Çawa kesek dikare timê hebe û destpêka wî jî tune be? Ne hela hê destpêka gerdûnê jî heye? Kur ecêbmayî dipirse: “Xwedê ji ku hatiye?”
Kitêba Pîroz çawa caba wan pirsa dide? Dikarin bêjin ew usa şirovedike, çawa ku bav kurê xwera got. Mûsa pêxember nivîsî: “Ya Xudan, . . . Berî bûyîna çîya, berî efirandina erdê û topa dinê, ji her-heyê heta-hetayê, Tu Xwedê yî” (Zebûr 90:1, 2). Lê Îşaya pêxember got: “Ma te fêm nekir? Ma te nebihîst? Xwedayê abadîn, XUDAN, yê ku nîçikên dinê efirandiye” (Îşaya 40:28). Anegorî vê yekê, nema Cihûdada tê gotinê, wekî Xwedê “berî her-heyê” hebûye (Cihûda 25).
Ew rêz nîşan dikin, wekî Xwedê “Padşayê heta-hetayêyî nemirî” ye (1 Tîmotêyo 1:17). Ev tê hesabê, wekî Xwedê timê hebûye û wê timê hebe (Eyantî 1:8). Dêmek Xwedayê Himzor bi vê yekê cude dibe, ku destpêka wî tune.
Çira usa çetin e evê yekê fem bikin? Çimkî emirê me kin e û nihêrandina me derheqa wede ji nihêrandina Yehowa lap cude dibe. Xwedê Xwedayê heta-hetayê ye, û lema jî seva wî rojek mîna hezar salî ye (2 Petrûs 3:8). Besa xeberê: kuliyê ku weke 50 roja dijî, gelo dikare fem bike ku çi tê hesabê 70 yan 80 sal bijîn? Hemikî na! Kitêba Pîroz şirovedike wekî em himberî Efirandarê Himzor, mîna kuliya ne. Û femê me ji femê Xwedê lap cude dibe (Îşaya 40:22; 55:8, 9). Lema jî femdarî ye, ku çima meriv nikarin heta xilaziyê nihêrandina Yehowa ya ser hine pirsa, fem bikin.
Rast e mera çetin e fem bikin, wekî Xwedê timê hebûye, lê ev yek logîkî ye. Mesele, hergê Xwedê bi destê kesekî bihata efirandinê, dêmek ew kes wê timê hebûya û Efirandar bûya. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku tenê Yehowa “her tişt efirandin” (Eyantî 4:11). Xêncî wê yekê, em zanin, wekî hebû wede çaxê gerdûna me tune bû (Destpêbûn 1:1, 2). Gelo gerdûn çawa çêbû? Dêmek pêşiyê gerekê kesek hebûya, wekî gerdûn çêkira. Ew usa jî gerekê hê pêşiya her tiştî hebûya û hela hê jî pêşiya efirînên usa serwaxt, çawa Kurê tayê-tenê û melek (Îbo 38:4, 7; Kolosî 1:15). Eyan e, wekî wextekî ew tenê bû. Ew bi destê tu kesî nehatibû efirandinê, çimkî hingê tu kes tune bû.
Gerdûn û jîyîna me didine kifşê, wekî Xwedayê herheyî heye. Dêmek ewê ku destpêkir hîmê gerdûnê dayne û qanûn kifş kirin, gerekê timê hebûya. Belê, tenê ewî dikaribû jîyîn bida (Îbo 33:4).