Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bawerî: Hunur ku Alî Me Dike Qewî bin

Bawerî: Hunur ku Alî Me Dike Qewî bin

QEWATA baweriyê gelek mezin e. Mesele, rast e Şeytan her tiştî dike, seva me ruhanîda bikuje, lê bawerî alî me dike bikaribin “hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin” (Efes. 6:16). Bi saya baweriyê, em dikarin ber problêmên mîna çiyayên mezin jî sebir kin û qewî bimînin. Îsa gote şagirtên xwe: “Heger baweriya we weke hebeke toximê xerdalê hebe, hûnê vî çiyayîra bêjin: ‘Ji vir derbazî wî alî be!’ û wê derbaz be” (Met. 17:20). Bawerî dikare me ruhanîda qewî ke, lema jî wê kêrhatî be em pirsên usa şêwir kin: Bawerî çi ye? Çawa dilê me dikare ser baweriya me hukum ke? Çawa em dikarin baweriya xwe qewî kin? Û em gerekê baweriya xwe kê bînin? (Rom. 4:3).

BAWERÎ ÇI YE?

Bawerî tenê ew nîne, ku rastiyê bizanibin û baweriya xwe rastiyê bînin, çimkî hela hê “cin jî bawer dikin [ku Xwedê heye] û dibizdin” (Aqûb 2:19). Wekî usa ne, çi ye bawerî?

Çawa ku em dudilî nînin, wekî şev û roj wê timê hebin, usa jî em bawer dikin, ku sozên Xwedê wê ese bêne sêrî

Kitêba Pîroz dibêje, wekî du tişt dikevine nava baweriyê. Ya pêşin, “bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî” (Îbrn. 11:1a, DT). Hergê baweriya we heye, dêmek hûn qayîm bawer dikin, ku her tişt çi ku Yehowa dibêje, rast e û sozên wî wê bêne sêrî. Mesele, Yehowa gote Îsraêliya: “Hergê we bikaribûya peymana mine derheqa rojê û peymana mine derheqa şevê, biteribanda, wekî roj û şev wedê xweda nîbûna, tenê hingê peymana mine tevî xizmetkarê min Dawid wê biteribiya” (Yêrem. 33:20, 21, DT). Hûn qe ditirsin ku nişkêva tev, dêmek ro wê hilneyê û neçe ava, ji bo çi jî ne şev ne roj îda tune be? Femdarî ye, hûn vê yekêda dudilî nînin, û bawer in ku usa wê neqewime, çimkî ew qanûnên tebiyetê ne, ku erd dora tevê dizivre û lema şev û roj ser erdê heye. Lê niha bifikirin, qe lazim e hûn dudilî bin, wekî Efirandar, yê ku ew qanûn danîne, wê sozên xwe neyne sêrî? Hemikî tu car na! (Îşa. 55:10, 11; Met. 5:18).

Ya duda, bawerî ew e “çaxê bi saya îzbatiya, em dudilî nînin wan tiştada yên ku nayêne dîtin”. Bawerî ça hate gotinê, “îzbatiya”, dêmek îzbatkirinên eşkere ye, yên tiştên ku nayêne dîtin, lê bi rastî hene (Îbrn. 11:1b, DT). Lê çi cûreyî? Besa xeberê zar ji we dipirse: “Tu ji ku zanî, wekî hewa heye?”. Rast e we tu car hewa nedîtiye, lê hûnê tevî zarê şêwir kin wan îzbatkirina, ku ew heye, mesele ku em bîna xwe dikişînin, hukumê ba divînin û tiştên mayîn. Çaxê zar bifikire ser wan îzbatkirina, ewê bawer ke, wekî hewa nayê dîtin, lê bi rastî ew heye. Mîna vê yekê, bawerî ser hîmê îzbatkirina rast e (Rom. 1:20).

SEVA BAWERIYA ME HEBE, LAZIM E BI DIL RASTIYÊ QÎMET KIN

Bawerî ser hîmê îzbatkirinê ye, lema jî meriv gerekê pêşiyê “rastiyê nas kin”, dêmek zanebûnê bistînin (1 Tîmt. 2:4). Lê tenê zanebûn bes nîne, seva baweriya me hebe. Pawlosê şandî nivîsî: “Bi dil yek bawer dike” (Rom. 10:10). Meriv ne tenê gerekê rastiyê bawer ke, lê ew gerekê rastiyê qîmet ke û hiz bike. Tenê hingê ewê bikaribe baweriyê bide kifşê, dêmek, usa bijî çawa Xwedê xweş tê (Aqûb 2:20). Meriv ku rastiyê bi dil naşêkirîne, dikare hela hê jî îzbatkirinên eşkere înkar ke, çimkî naxwaze fikirên xwe biguhêze, yan jî dixwaze tenê xwestinên xwe bîne sêrî (2 Pet. 3:3, 4; Cihûd. 18). Lema jî wedê berê hine meriva pê çevê xwe keremet didîtin, lê yeke bawerî nedane kifşê (Jimar 14:11; Yûhn. 12:37). Ruhê Xwedêyî pîroz tenê nav wan merivada baweriyê pêşda tîne, yên ku bi dil rastiyê hiz dikin (Galt. 5:22; 2 Têsln. 2:10, 11).

ÇAWA DAWID BAWERIYA QEWÎ QAZANC KIR

Dawid Padşa yek ji wan meriva bû, baweriya kîjana qewî bû (Îbrn. 11:32, 33). Lê baweriya ne hemû neferên Dawid usa qewî bû. Mesele, baweriya birê Dawidî mezin Eliyab, kêm bû. Çaxê Golyat miqabilî Îsraêliya rabû, dilê Dawid êşiya û ew hêrs ket, lê Eliyab bona vê yekê jêra şer kir. Bi vê yekê Eliyab da kifşê, wekî ew baweriya xwe Yehowa nayne (1 Sam. 17:26-28). Tu kes pê baweriyê nayê bûyînê, û bawerî ne jî ji dê-bava derbaz dibe. Dawid xwexa heleqetiya xwe tevî Xwedê qewî dikir, lema jî baweriya wîye qewî hebû.

Zebûr serê 27-da, Dawid eyan dike, ku çawa baweriya usa qewî bal wî pêşda hat (rêza 1). Dawid derheqa qewimandinên xweye berê û derheqa vê yekê difikirî, ku çawa Yehowa caba dijminên wî da (rêza 2, 3). Ewî paristgeha Yehowa gelek qîmet dikir (rêza 4). Dawid tevî merivên xwedêxof paristgehêda Yehowa diheband (rêza 6). Ewî bi dil û can duada Yehowa digeriya (rêza 7, 8). Dawid usa jî dixwest riya Xwedê hîn be (rêza 11). Ewî zanibû ku bawerî gelek ferz e, lema jî giliyên usa got: “Bê bawerî ezê ku bûma?” (rêza 13, DT).

ÇAWA BAWERIYA XWE QEWÎ KIN

Baweriya we jî dikare mîna ya Dawid be, hergê hûn çev bidine nihêrandin û xeyset-hunurên wî, ku Zebûr serê 27-da em divînin. Hîmê baweriyê zanebûna rast e, lema jî çiqas zef hûn Xebera Xwedê û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, haqas wê wera diha hêsa be baweriyê pêşda bînin, çi ku dikeve nava berê ruhê Xwedêyî pîroz (Zeb. 1:2, 3). Wede xwera başqe kin, seva wedê lêkolînkirinê bifikirin. Fikirandin ew heye çawa xalî, kîderê ku şînkayî, dêmek razîbûn mezin dibe. Çaxê razîbûna we hindava Yehowa zêde be, wê xwestina we jî mezin be, ku civatêda Wî bihebînin û merivara derheqa hêviya xwe gilî kin (Îbrn. 10:23-25). Usa jî hergê em “her gav dua bikin û aciz nebin”, pê vê yekê jî emê baweriya xwe îzbat kin (Lûqa 18:1-8). Lema jî Yehowara “her gav dua bikin” û dudilî nebin, wekî “ew bona we xem dike” (1 Têsln. 5:17; 1 Pet. 5:7). Bawerî me hêlan dike tiştên rast bikin, û çaxê em tiştên rast dikin, baweriya me jî qewî dibe (Aqûb 2:22).

BAWERIYA XWE ÎSA BÎNIN

Îsa êvara pêşiya mirina xwe, gote şagirtên xwe: “Xwedê bawer bikin û min jî bawer bikin” (Yûhn. 14:1). Belê, em gerekê ne tenê Yehowa bawer kin, lê usa jî Îsa. Lê ça em dikarin baweriya xwe hindava Îsa bidine kifşê? Were sê tişta şêwir kin.

Çi tê hesabê baweriya xwe Îsa bînin?

Ya pêşin, qurbana Îsa hesab kin ça pêşkêşa Xwedê xût bona xwe. Pawlosê şandî got: “Bi Kurê Xwedê bawerkirinê dijîm, yê ku ez hiz kirim û caniya xwe bona min da” (Galt. 2:20). Hergê hûn baweriya xwe Îsa tînin, hûn qayîm bawer dikin, wekî qurbana wî xût kêrî we tê, usa jî ku bi saya qurbanê gunên we têne baxşandinê, hûn hêviya jîyîna heta-hetayê distînin, û ew qurban hizkirina Xwedêye qewî hindava we, îzbat dike (Rom. 8:32, 38, 39; Efes. 1:7). Hergê hûn bi rastî bawer dikin, ku ew qurban dikare alî we bike, hûnê xwe sûcdar nekin bona gunên xwe û xwe xirab hesab nekin (2 Têsln. 2:16, 17).

Ya duda, ser hîmê qurbana Îsa, duada nêzîkî Yehowa bin. Em bi saya vê qurbanê dikarin mêrkîmî nêzîkî Xwedê bin, wekî “remê bistînin û keremê bibînin ku gava em hewce bin, alîkariya me bike” (Îbrn. 4:15, 16; 10:19-22). Dua hin jî qewatê dide me, wekî wedê cêribandina ji guna birevin (Lûqa 22:40).

Ya sisiya, gura Îsa bikin. Yûhennayê şandî nivîsî: “Ewê ku Kur bawer dike, jiyîna wiye heta-hetayê heye. Ewê ku gura Kur nake, ew jiyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne” (Yûhn. 3:36). Dîna xwe bidinê, Yûhenna da kifşê ku hergê em guhdar nînin, dertê baweriya me pûç e. Dêmek, hergê hûn baweriya xwe Îsa tînin, hûn usa jî gerekê gura wî bikin. Hûn gura wî dikin çaxê “qanûna Mesîh” tînin sêrî, dêmek her tişt çi ku ewî hîn dikir û çi temî da, tînin sêrî (Galt. 6:2). Usa jî hûn gura Îsa dikin, gava pey rêberiya wî diçin, kîjan ku ew bi saya “xulamê amin û serwaxt” dide me (Met. 24:45). Belê, gava hûn gura Îsa bikin, qewata we wê hê mezin be, seva wedê tengasiyên giran û xof sebir kin (Lûqa 6:47, 48).

“XWE BIDINE SER AVAKIRINA BAWERIYA XWEYE PÎROZ”

Carekê, merivekî gote Îsa: “Ez bawer dikim. Alîkariya nebaweriya min bike!” (Marq. 9:24). Rast e baweriya wî merivî hindik bû, lê yeke ew milûk bû û fem dikir, wekî jêra hê zêde bawerî lazim e. Mîna wî merivî, cara hine derecada mera jî hê zêde bawerî lazim e. Û îro her kes ji me dikare baweriya xwe zêde ke û qewî ke. Çawa me dît, em baweriya xwe qewî dikin bi vê yekê, ku Xebera Xwedê lêkolîn dikin û ser difikirin, çi ku razîbûna me hindava Yehowa hê mezin dike. Baweriya me usa jî diha mezin dibe, çaxê em tevî xûşk-bira Yehowa dihebînin, merivara derheqa hêviya xwe gilî dikin û her gav dua dikin. Hin jî çaxê em baweriya xwe qewî dikin, em xelateke mezin distînin. Xebera Xwedê mera dibêje: “Delalno, xwe bidine ser avakirina baweriya xweye pîroz . . . xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin” (Cihûd. 20, 21).