KILAM 62
Strana Nû
(Zebûr 98)
-
1. Navê Yehowa li her derê îlan bike,
behsa hemû sifet û karên wî bike.
Hêz û qudreta Xwedayê me bêemsal e,
her hukmê Yehowa,
tam rast û adil e.
(DÎSGOTIN)
Strana nû
şev û roj bixwîne!
Bêje ku
Xwedê Padîşah e.
-
2. Geş û dilxweş be, çimkî Xwedê bi me re ye.
Navê wî bilind be, û tim birûmet be.
Strana Yehowa bi dengê bilind bixwîne.
Bi borî û sazan
pesnê Xwedê bide.
(DÎSGOTIN)
Strana nû
şev û roj bixwîne!
Bêje ku
Xwedê Padîşah e.
-
3. Erd û çem û behr bila pesnan bidin Xudan,
dar û gul û kulîlk pev re bi çepikan.
Ber Xwedê bila her kes bikeve ser çokan.
Wî birûmet bike
li hemû welatan.
(DÎSGOTIN)
Strana nû
şev û roj bixwîne!
Bêje ku
Xwedê Padîşah e.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 96:1; 149:1; Îşa. 42:10)