Here Naverokê

Here naverokê

Wek Yehowa Adil Be

Wek Yehowa Adil Be

“Ezê navê Yehowa îlan bikim . . . Ew Xwedayê dilsoziyê ye û qet neheqiyê nake” (5. MÛ. 32:3, 4, WDN).

KILAM: 5, 46

1, 2. a) Nabot û kurên wî li kîjan neheqiyê rast hatin? b) Di vê meqaleyê de, emê der heqê kîjan du sifatan de şêwir bikin?

BÎNE ber çavê xwe: Sûcekî mezin davêjin ser zilamekî. Zilam bêsûc e, lê du serserî der heqê wî de şahidiya derewîn dikin û zilam hikmê îdamê distîne. Paşê, ne tenê ev zilam, lê kurên wî jî tên kuştin. Ji bo kesên edaletperwer, ev tiştekî çi qas xerab e! Mixabin, ev ne çîrok e. Ev bi rastî hatibû serê Nabot, xizmetkarekî Yehowa yê dilsoz ê ku li dema hikumdariya Ahab Padîşah dijiya (1. Qra. 21:11-13; 2. Qra. 9:26).

2 Di vê meqaleyê de, emê der heqê serpêhatiya Nabot de şêwir bikin. Wekî din, emê der heqê şaşiya kalekî dilsoz ê civata şagirtên Îsa ya sedsala yekê de bipeyivin. Ji van serpêhatiyan, emê bielimin ku ji bo ku em wek Yehowa adil bin, gerek em dilnizm bin. Ji xeynî vê, emê bielimin ku eger em dixwazin wek Yehowa adil bin, gerek em hazir bin ku em neheqiyên ku em di civatê de dibînin, efû bikin.

NEHEQIYEKE GIRAN

3, 4. Nabot zilamekî çawa bû, û wî teklîfa Ahab çima qebûl nekir?

3 Ahab Padîşah û pîreka wî Îzebel mirovên pir xerab bûn. Li wê demê, piraniya Îsraeliyan jî wek wan xerab bûn. Wan xizmetkarên Bael hurmet nedida Yehowa û qanûnên wî. Lê Nabot ne wekî wan bû. Ji bo vî zilamê dilsoz, qîmeta dostiya xwe bi Yehowa re ji jiyana xwe jî mezintir bû.

4 1. Qiralan 21:1-3 bixwîne. Ahab ji Nabot re got ku ew dixwaze rezê wî bikire an jî bi rezekî din biguherine. Lê Nabot teklîfa wî qebûl nekir. Gelo çima? Wî bi awayekî hurmetkar ji Ahab re wisa got: “Bila XUDAN min biparêze ku ez mêrasa bapîrên xwe bidim te.” Li gor qanûna ku Yehowa dabû miletê Îsraêl, firotina milkê bav û bapîran qedexe bû (3. Mû. 25:23; 4. Mû. 36:7). Aşkera ye ku raya Nabot, bi raya Yehowa ve ahengdar bû.

5. Îzebelê çi kir ji bo ku Nabot bê kuştin?

5 Ahab û pîreka wî ji ber cewaba Nabot pir bi hêrs bûn. Ji bo ku rez bikeve destê Ahab, Îzebelê planek çêkir ku sûcek bi derewkî bê avêtin ser Nabot. Di netîceyê de, Nabot û kurên wî hatin kuştin. Lê Yehowa ev neheqiya giran çawa hilda destê xwe?

HIKMÊ ADIL Ê XWEDÊ

6, 7. Yehowa çawa nîşan da ku ew ji edaletê hez dike? Malbat û hevalên Nabot çima bêguman teselî bûn?

6 Yehowa Êlyas pêxember hema şand ba Ahab. Êlyas ji Ahab re got ku ew qatil û diz e. Hikmê Yehowa çi bû? Yehowa ji Ahab re got ku çi hatibû serê Nabot û kurên wî wê bê serê Ahab, pîreka wî û kurên wî (1. Qra. 21:17-25).

7 Malbat û hevalên Nabot ji ber zilmê Ahab çi qas dinaliyan jî, ew bêguman hebekî teselî bûn gava wan bihîst ku Yehowa bala xwe dabû vê neheqiyê û bi lez hikum dabû. Lê paşê, tiştekî ecêb bû. Gelo ewê dîsa jî dilnizm bimayana û bi Yehowa bawer bibûyana?

8. Gava wî hikmê Yehowa bihîst, Ahab çi kir, û netîce çi bû?

8 Gava Ahab hikmê Yehowa bihîst, wî “kincê xwe çirand û pertalekî li ser bedena xwe ve pêça û rojiyê girt”. Belê, Ahab xwe nizm kir. Netîce çi bû? Yehowa ji Êlyas re wisa got: “Madem ku li ber min nizm bû, ez ê asîwê di rojên wî de neynim; ez ê di rojên lawê wî de asîwê bi ser mala wî ve bînim” (1. Qra. 21:27-29; 2. Qra. 10:10, 11, 17). Yehowa, “yê ku dilan dixwîne”, ji Ahab re piçikek merhamet kir (Mtl. 17:3).

DILNIZMÎ WÊ ME BIPARÊZE

9. Ji malbat û hevalên Nabot re dilnizmî çima lazim bû?

9 Bandora qerarê Xwedê li ser kesên ku zilma Ahab zanibûn çi bû? Dibe ku baweriya malbat û hevalên Nabot hat ceribandin. Eger wisa bû, ji wan re dilnizmî lazim bû ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin û bawer bin ku Xwedê nikare neheqiyê bike (5. Mûsa 32:3, 4 bixwîne). Çaxa Yehowa Nabot, kurên wî û malbata wî ji miriyan rake, edaleta bêqisûr wê bê cih (Eyûb 14:14, 15; Yûh. 5:28, 29). Kesên dilnizm dizanin ku “Xwedê wê hikum bide her emelî û her tiştê veşartî, bila baş be an jî xerab be” (Waiz 12:14, WDN). Belê, çaxa Yehowa hikum dide, ew li her tiştî – û li tiştên ku em nizanin jî – dinêre. Ji ber vê yekê, dilnizmî kesên mesûm diparêze da ku ew ji aliyê ruhî ve sist nebin.

10, 11. a) Dibe ku dilsoziya me çawa bê ceribandin? b) Dilnizmî dikare me çawa biparêze?

10 Eger tu qerarekî kalên civatê fehm nekî an eger qerar li gor te nerast e, tuyê çi bikî? Mesela, eger te an kesekî ku tu jê hez dikî îmtiyazeke xizmetê winda bikira, teyê çi bikira? Eger pîrek an zilamê te, keç an kurê te an jî hevalekî te ji civatê bihata derxistin, lê belê tu bi qerarê kalan hemfikir nebûyayî, teyê çi bikira? An jî, eger tu bifikiriyayî ku merhamet bi şaşîtî hat nîşan dayîn sûcdarekî, teyê çi bikira? Dibe ku tiştên wisa dilsoziya me ya li ber Yehowa û teşkîlata wî biceribînin. Eger tiştekî wisa çêbe, dilnizmî çawa dikare te biparêze? Niha emê li du nuqteyan mêze bikin.

Eger qerarekî kalên civatê li gor te nerast e, tuyê çi bikî? (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

11 A yekê, kesekî dilnizm wê qebûl bike ku ew her tiştî nizane. Em der heqê meseleyeke de pir tişt zanibin jî, tenê Yehowa dikare dilan bixwîne (1. Sam. 16:7). Eger em vê rastiyê ji bîr nekin, emê dilnizm bin, sînorên xwe qebûl bikin û fikrên xwe yên der heqê meseleyê de rast bikin. A diduyan, kesekî dilnizm wê guhdar û sebirdar be heta ku Yehowa hemû neheqiyê rast bike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji yên ku ji Xwedê ve ditirsin . . . dê bibe qencî; lê belê dê ji yê xerab re nebe qencî û dê rojên wan . . . dirêj neke” (Waiz 8:12, 13). Belê, dilnizmî ji bo rewşa ruhî a her kesê ku bi meseleyê re eleqedar in bifeyde ye (1. Petrûs 5:5 bixwîne).

HEREKETEKE DURÛ

12. Niha emê li ser kîjan serpêhatiyê şêwir bikin û çima?

12 Di sedsala yekê de, şagirtên Îsa yên ku di bajarê Entakyayê (li Sûriyê) de dijiyan li rewşeke zor rast hatin. Gelo ewê dilnizm bimayana û hazir bibûyana ku ew neheqiya ku hatibû serê wan efû bikin? Niha emê li ser vê serpêhatiyê şêwir bikin û bibînin ku ew çawa dikare alî me bike ku em li fikrên xwe yên der heqê efûkirinê binêrin û hê rindtir fehm bikin ku efûkirin çawa bi edaleta Yehowa ve girêdayî ye.

13, 14. Kîjan îmtiyazên Petrûs hebûn, û wî çawa cesareta xwe nîşan da?

13 Di civata şagirtên Îsa de, gelek kesan Petrûsê şandî nas dikir. Ew hevalê Îsa bû, û jê re îmtiyazên mezin hatibûn dayîn (Met. 16:19). Mesela, li sala 36an a P.M., Petrûs mizgîn dabû Kornêlyos û malbata wî. Ev tiştekî balkêş bû, çimkî Kornêlyos ne Cihû bû. Çaxa Kornêlyos û malbata wî ruhê pîroz stand, Petrûs got: “Evên ku wek me ruhê pîroz standine, ma kî dikare nehêle ku bi avê bên imadkirin [bin av kirin]?” (Kar. 10:47).

14 Li sala 49an a P.M., şandî û kal di Orşelîmê li hev top bûn. Li vê civînê, wan şêwir kir ka gelo lazim e ku mirovên Necihû ku bûne şagirtên Îsa bên sinet kirin. Petrûs li vê civînê bi mêrxasî xeber da û bi bîra birayên din xist ku çend sal berê, mirovên Necihû jî ruhê pîroz standibû. Bi saya şahidiya Petrûs, koma rêberiyê qerarê xwe bi hêsanî da (Kar. 15:6-11, 13, 14, 28, 29). Bi îhtimaleke mezin, hem şagirtên Îsa yên ku berê Cihû bûn hem jî yên ku ji miletên din bûn şa bûn ji bo ku Petrûs fikrên xwe bê tirs eyan kir. Ji bo xwişk û birayan bêguman hêsan bû ku ew bi Petrûs ewle bin, çimkî ew ji aliyê ruhî ve bi rastî gihîştî bû (Îbr. 13:7).

15. Petrûs li Entakyayê kîjan şaşî kir? (Li resmê ewilî binêre.)

15 Piştî vê civînê pir wext derbas nebû ku Petrûs çû Entakyayê. Li wê derê, wî bi rihetî bi xwişk û birayên Necihû xeber dida û wext derbas dikir. Lê paşê, wî xwe ji nişka ve ji wan dûr girt û êdî bi wan re nan nedixwar. Kî dizane ku ew çi qas xemgîn bûn! Ji ber ku Barnabas û Cihûyên din ên wê civatê jî li bin bandora Petrûs man, wan jî wisa kir. Kalekî gihîştî çima şaşiyeke wisa kir – şaşiyeke ku dikaribû civatê pareve bike? Eger gotin an kirinên kalekî civatê dilê me biêşîne, dersa ku em ji şaşiya Petrûs distînin çawa dikare alî me bike?

16. Petrûs çawa hat îqaz kirin? Kîjan pirs tên meydanê?

16 Galatî 2:11-14 bixwîne. Petrûs ket dafika tirsa mirovan (Mtl. 29:25). Petrûs rind zanibû ku Yehowa li miletên din çawa dinêre. Dîsa jî, Petrûs ji peyva Cihûyan tirsiya. Çaxa Petrûs di civîna li Orşelîmê de gotibû ku Xwedê miletên din jî qebûl dike, Pawlos jî li wê derê bû. Gava Pawlos hat Entakyayê, wî durûtiya Petrûs da rûyê wî (Kar. 15:12; Gal. 2:13). Gelo xwişk û birayên Necihû, yên ku seba şaşiya Petrûs hatibûn êşandin, wê der heqê vê neheqiyê de çi bikira? Gelo baweriya wan wê sist bibûya? Gelo Petrûs wê seba şaşiya xwe îmtiyazên xweyen biqîmet winda bikira?

HEVDU EFÛ BIKIN

17. Petrûs ji efa Yehowa çawa feyde dît?

17 Aşkera ye ku Petrûs îqaza Pawlos bi dilnizmî qebûl kir. Kitêba Pîroz nabêje ku Petrûs îmtiyazên xwe winda kir. Bi ser de, wî paşê bi îlhama Xwedê du qismên Kitêba Pîroz nivîsandin. Di nameya xwe ya diduyan, Petrûs der heqê Pawlos de dibêje “birayê . . . hezkirî” (2. Ptr. 3:15). Belê, dibe ku şaşiya Petrûs dilê xwişk û birayên Necihû êşand, lê belê serê civatê Îsa ew dîsa jî di îşê xwe de dixebitand (Ef. 1:22). Loma lazim bû ku ferdên civatê jî wek Îsa û Bavê wî bikin û qisûra Petrûs efû bikin. Xweziya me ev e ku li wê civatê baweriya tu kesî seba şaşiya mirovekî qisûrdar sist nebûye.

18. Em çawa dikarin nîşan bidin ku me edaleta Yehowa ji xwe re kiriye nimûne?

18 Wek di sedsala yekê de, kalên civata îroyîn jî ne bêqisûr in, çimkî “em hemû gellek xeta dikin” (Aqûb 3:2, KP). Her çi qas em vê rind dizanin jî, çaxa em li şaşiyeke birayekî rast tên, dibe ku em dilgiran bin. Eger tiştekî wisa bê serê me, gelo emê edaleta Yehowa ji xwe re bikin nimûne? Mesela, eger gotinên kalekî eyan dikin ku ew hinekan kêm dibîne, tuyê çi bikî? Eger kalek dilê te bi gotinên bê fikir biêşîne, gelo baweriya te wê sist bibe? Li şûna ku tu bifikirî ku ew êdî ne layiqî kaltiyê ye, gelo tuyê bi sebir li benda qerarê Îsa bibî? Gelo tu hazir î ku tu li meseleyê ji aliyekî hê firehtir ve binêrî? Mesela, li şûna ku tu tenê li qisûra wî binêrî, bîne ber çavê xwe ku wî çawa bi salan ji Xwedê re bi dilsozî xizmet kiriye. Eger birayekî ku ji te re neheqiyê kir dîsa jî wek kal bimîne û bi ser de îmtiyazên hê mezintir bistîne, gelo tu jî pê re dilşad bî? Eger tu wî birayî efû bikî, tuyê wisa nîşan bidî ku te edaleta Yehowa ji xwe kiriye nimûne (Metta 6:14, 15 bixwîne).

19. Em dixwazin çi bikin?

19 Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû neheqiyên ku ji aliyê Şeytan û dinyaya xerab ve tên bi temamî tune bike (Îşa. 65:17). Wê rojê hemû kesên edaletperwer wê çi qas kêfxweş bin! Lê heta wê rojê, bila em sînorên xwe bi dilnizmî qebûl bikin û kesên ku li hemberî me guneh dikin bi dil û can efû bikin. Bi vî awayî, em dikarin Yehowa ji xwe re bikin nimûne.