SERPÊHATÎ
Hevaltiya Tevî Mirovên Bîlan Ji Min re Feyde Anî
TÊ BÎRA min gelek sal pêşda, şebeqekê, di şeherê Brookingsê de (Dakotaya Başûrê, Dewletên Amerîkaya Yekbûyî), hewa gelek sar bû. Ez tevî komeke biçûk di goma sar de bûm û em diricifîn. Wê derê hewzekî mezin hebû bi ava sar tije! Pêşiya ku bêjim em çima wêderê bûn, ezê der heqê jîyana xwe de hin tişt ji we re bêjim.
MALBATA MIN
Ez 7 Adarê sala 1936an de hatime bûyînê. Em çar zar bûn û ez yê herî biçûk bûm. Me aliyê rohlatê, di Dakotaya Başûrê de fêrmekê de dijît. Şixulê fêrmê bona malbata me muhîm bû, lê yeke wê ciyê pêşin di jiyana me de nedigirt. Dê-bavê min hatibûn bin avkirinê çawa Şahidên Yehowa di sala 1934an de. Ew jîyana xwe teslîmî Yehowa kirin û loma jî bona wan gelek muhîm bû mexseda wî bînin cih. Di Dakotaya Başûrê de, bavê min Clarence û paşê jî apê min Alfred di civata meye biçûk de xizmetkarên civatê bûn, (niha tê navkirinê kordînatorê koma kala).
Malbata me timê diçû ser civatê û hin jî mal bi mal xizmet dikir. Me ji Kitêba Pîroz der heqê sozên baş bona axiriyê de ji mirova re digot. Mînaka dê-bavê min û şîretkirina wan, alî me kirin hezkirina xwe hindava Yehowa qewî kin. Ez û xwişka min Dorothy, bûne mizgînvanên Padîşahiyê, çaxa em şeş salî bûn. Di sala 1943 de ser Mekteba Dannasînkirinê ez êdî pê dersa derdiketim. Ew mekteb di civata de hema vê salê saz bû.
Civatên mezin bona me gelek muhîm bûn. Tê bîra min çawa ser civata mezin di sala 1949an de, birê Grant Suiter, yê ku gotarvanê dawetkirî
bû, gotar xwend bi navê: “Hûn Nikarin Bidine Ber Çavê Xwe, Em Çiqas Nêzîkî Dawiya wê Dinyayê ne”. Ev gotar heta niha tê bîra min. Wî got ku di jîyana her Mesîhî de, şixulê belavkirina mizgîniya Padîşahiya Xwedê gerek ciyê pêşin bigire. Paşî vê yekê, 12 Mijdarê sala 1949an de, di şeherê Brookingsê de ez ser civata mezine yek rojî hatime bin avkirinê. Loma jî ez di goma sar de sekinî bûm, çawa ku min êdî got. Ez û sê mirovên din di hewzê hesin de hatine bin avkirinê.Paşî bin avkirinê min ji xwe re mexsed danî ku bibime pêşeng. Yekê Çile di sala 1952an de, çaxa ez 15 salî bûm, ez bûme pêşeng. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê ku bi zaniyaran ve rûdinê û radibe, dibe zaniyar”, û di malbata min de gelek mirovên serwaxt hebûn, yên ku piştgiriya xizmetiya min kirin (Mtl. 13:20). Gelek car ez tevî apê xwe Julius, yê ku 60 salî bû, derdiketime xizmetiyê. Belê, ew gelek ji min mestir bû, lê yeke me xweş dihat tevayî xizmet kin. Ez gelek tişt ji wî elimîm. Zûtirekê xwişka min Dorothy jî bû pêşeng.
BERPIRSIYARÊN MIHALÊ ALÎKARÎ DANE MIN
Di ciwantiya min de, dê-bavê min timê berpirsiyarên mihalê û jinên wan dawetî mala me dikirin. Berpirsiyarekî mihalê bi navê Jesse Cantwell û jina wî Lynn, gelek alîkarî min kirin. Wana bona min difikirîn û wisa jî cesaret didane min. Çaxa wana serlêdana civatên nêzîkî mala me dikirin, cara gazî min jî dikirin ku tevî wan derêm xizmetiyê. Ew bona min gelek hewas bû! Min dixwest mîna wan bi temamî şixulê Yehowa ve mijûl bim.
Berpirsiyarê meyî mihalê yê nû Bud Miller bû. Ez 18 salî bûm çaxa wî tevî jina xwe Joan serlêdana civata me dikir. Wî çaxî gazî min kirin ku herim eskeriyê. Komîsya eskeriyê ya mihala min, dixwest ku ez şixulekî wisa bikim ku tevî polîtîkê girêdayî bû. Lê min zanibû hergê ez wî şixulî bikim, ezê temiya Îsa neynim cih. Lê min dixwest mizgîniya Padîşahiyê belav kira (Yûh. 15:19). Loma jî min qerar kir herim komîsya eskeriyê ji bo ku ji wan re bêjim, ku ez xizmetkar im û loma naçim eskeriyê.
Ez gelek dilşad bûm çaxa Birê Miller ji min re got, ku ew jî tevî min wê bê komîsya eskeriyê. Min gelek mêrxasî stand, çimkî kêleka min birê bêtirs û ruhanî bû! Di dawiya havînê sala 1954an de, ez ji eskeriyê aza bûm, çimkî ez xizmetkar bûm. Ez êdî hazir bûm bona Yehowa hê zêde bikim.
Paşî vê yekê ez hatime dawetkirinê, ku di Beytelê de xizmet kim. Ew Beytel di Staten Islandê de bû (New York). Paşê ev Beytel hate navkirinê Fêrma Birca Çavdêriyê. Min wêderê weke sê salan xizmet dikir. Ez tevî xwişk-birên bîlan dixebitîm û gelek tişt ji wan elimîm.
XIZMETKIRIN DI BEYTELÊ DE
Di wê fêrma Staten Islandê dê, Radîo Stansiya WBBR hebû. Şahidên Yehowa dest pê WBBR bidin xebatê kirin ji sala 1924an heta sala 1957an. Tenê 15-20 endemên Beytelê hatibûn kifşkirinê di vê fêrmê de. Gelek ji me ciwan û necêribandî bûn. Lê tevî me birakî emirda mezin bi navê Eldon Woodworth dixebitî, yê ku bi ruhê pîroz bijartî bû. Ew bona me çawa bav bû û gelek tiştên baş me dielimand. Car-cara çaxa orta me ciwanan çetinayî pêşda dihatin, Birê Woodworth ji me re digot: “Bi rastî Yehowa mirovên neqedandî dide xebatê, lê yeke hemû şixul rind tê kirinê”.
Birê Frederick W. Franz jî alîkarî me dikir. Ew yekî bîlan bû û Nivîsarên Pîroz rind zanibû. Wisa jî wî bona me her kesî difikirî. Aspêja me Harry Peterson bû. Bi rastî ji me re diha hêsa bû navê wî Peterson hildin, ne ku paşnavê wîyî rast Papargyropoulos, ku gelek zor bû. Ew jî bi ruhê pîroz bijartî bû û wî hez dikir xizmet ke. Birê Peterson di Beytelê de şixulê xwe gelek rind dikir, lê ew wisa jî di belavkirina mizgîniyê de gelek xîret bû. Ew her meh sedî zêdetir jûrnal belav dikir. Û wî wisa jî Kitêba Pîroz gelek rind zanibû û cewaba gelek pirsên me dida.
EZ JI XWIŞKÊN BÎLAN ELIMÎM
Di nava salekê de, me fêrmê de bona Beytelê weke 45.000 kontêynêr êmîş û cûre-cûre pincar hazir dikir û di derdanan de dadida. Ez tevî Etta Huth dixebitîm. Ew xwişkeke gelek bîlan bû. Etta cabdar bû ku me bielimîne çawa êmîş hazir kin û dadin. Çaxa xwişkên nû dihatin alîkarî me
bikin, Ettayê ew dielimî û şixul dida wan. Bi rastî Ettayê gelek rind şixulê xwe dikir, lê dîsa jî wê timê qedirê birên serkar digirt û gura wan dikir. Ew bona me mînakê baş bû.Angela Romano yek ji wan xwişkên ciwan bû, kîjan ku dihatin fêrmê alîkaî me bikin. Ettayê alîkarî Angelayê kir ku bê ser riya rastiyê. Meha Nîsanê di sala 1958an de, min Angela stand. Em bi şabûnê tevayî êdî 58 sala ji Yehowa re xizmet dikin. Dilsoziya Angelayê hindava Yehowa zewaca me qewî kir. Ew bi rastî jî bîlan e û ez dikarim îtbariya xwe wê bînim, firqî tune çi çetinayên me hene.
XIZMETKIRIN ÇAWA MIZGÎNVANÊ WEZÎFEDAR Û ŞIXULÊ BERPIRSIYARTIYÊ
Sala 1957an de xan-manên radîyoya WBBR hatibûn firotanê û ez derbasî Beytela Brûklînê bûm. Paşê nava wextekî kin de min Angela stand û ez ji Beytelê çûm. Me weke sê sala di Staten Islandê de xizmet dikir. Demekî ez hela hê cem wan mirova jî xebitîm, yên ku radîyoya stansiya me kirîn û nav kirin çawa WPOW.
Ez û Angela pey hebûkê nediketin, çimkî me dixwest wextê me hebe xizmet kin wan ciya kîderê hewcetî hebe. Di sala 1961î de, di şeherê Falls, Nebraskayê de, em kifş kirin çawa pêşengên mexsûs. Lê çaxa em gihîştine cî, em ser mehekê hatine dawetkirinê ser Mekteba Xizmetiyê di New Yorkê da. Ew mekteb gelek hewas bû. Em difikirîn ku emê paşî mektebê vegerine Nebraskayê, lê em ecêbmayî man çaxa me kifşkirineke nû stand. Em di Kambocayê de çawa mizgînvanên wezîfedar hatine kifşkirinê! Di vî welatê bedew de me dît, bihîst û tem kir tiştên ku bona me nû bûn. Me bi dil û can dixwest ji mirova re mizgîniya der heqê Padîşahiyê belav kin.
Lê paşê, di Kambocayê de derecên polîtîkê ve girêdayî hatin guhastin û em mecbûr bûn derbasî Wiyetnama Başûrê bin. Paşî du sala ez giran nexweş ketim û em vegeriyane Dewletên Yekbûyî. Ji min re zeman lazim bû ku qenc bim. Çaxa qewata min êdî hebû, me dîsa destpêkir çawa pêşeng xizmet kin.
Di sala 1965an de meha Adarê me destpêkir şixulê berpirsiyartiyê bikin û serlêdana cûre-cûre civata bikin. Min tevî Angelayê 33 sala şabûneke mezin stand ji xizmetiya xwe çawa berpirsiyarê mihalê û berpirsiyarê nehiyê. Wisa jî me alîkarî da ji bo ku civatên mezin bêne sazkirinê. Wî şixulî ji min re şabûn dianî, çimkî civatên mezin bona min gelek muhîm bûn. Di nava gelek salan de me serlêdana civatên New Yorkê û dorberê wê dikir. Gelek civatên mezin ser stadîyona Yankee derbas dibûn.
EM VEGERIYANE BEYTELÊ Û MEKTEBÊN TEŞKÎLETÊ
Min û Angelayê di nava wan salan de gelek kifşkirinên nû û zor distandin. Di sala 1995an de min destpêkir Mekteba Başkirina Xizmetiyê derbas kim. Sê sal şûnda me dawetî Beytelê kirin. Paşî 40 sala ez gelek dilşad bûm ku vegeriyame Beytelê. Ne pêşiyê min
xizmetkirina xweye hertim hema di Beytelê de destpêkir. Ez hin wext di Îdara Xizmetiyê de bûm û paşê bûme dersdar di cûre-cûre mekteba de. Di sala 2007 de Koma Rêberiyê, Beytelê de Îdara Mektebên Teşkîletê saz kir, kîjan ku rêberiyê hemû mekteban dike yên ku di teşkîleta me de hene. Û nava çend salan ez serkarê vê îdarê bûm.Nav wan salên paşwextiyê de, gelek guhastin hebûn bona mektebên Beytelê. Mekteba bona Kalên Civatê di sala 2008 de destpêbû. Û nava du salan de 12.000 zêdetir kal hatin elimandinê di Beytela Patêrsonê û Brûklînê de. Ew mekteb niha di ciyên mayîn de jî derbas dibe. Di sala 2010an de navê Mekteba Başkirina Xizmetiyê hate guhastinê, bû Mekteba ji bo Birên Azep. Wisa jî mekteba nû hatibû sazkirinê bi navê Mekteba ji bo Jin-Mêrên Mesîhî.
Di sala 2015 de meha Îlonê, ew du mekteb bûne yek û hate navkirinê çawa Mekteba ji bo Mizgînvanên Padîşahiyê. Niha cotên zewacê de, û wisa jî xwişk û birên azep dikarin tevayî wê mektebê derbas bin. Gelek xwişk-bira dilşad bûn çaxa bihîstin ku ev mekteb wê wisa jî di welatê wan de derbas be. Bi destê vê yekê, gelek xwişk û bira dikarin di vê mektebê de bielimin û ew bi rastî jî gelek baş e. Ez gelek razî me ku rastî mirovên wisa hatim, yên ku di jîyana xwe de guhastin kirine, da ku bêne dawetkirinê ser vê mektebê.
Çaxa ez der heqê jîyana xwe de difikirim, ez ji Yehowa razî me ji bo wan mirovên bîlan, yên ku rastî min hatin. Ew alîkarî min kirin ku Yehowa hê rind nas kim û ji wî re xizmet kim. Hin ji wan mirova ciwan bûn, yên din emirda mezin bûn. Eyd-qeydên wan jî, ji yê min cude dibûn. Lê ji rabûn-rûniştina wan eyan bû, ku ew qayîm Yehowa hez dikin. Ez gelek razî me, ku di nav cimeta Yehowa de gelek hevalên mine bîlan hene, ji kîjana ez dikarim bielimin.