Eyarên Veşarîtiyê

Ji bo rihetiya bikaranînê, em çerezan û teknolojiyên din bi kar tînin. Hin çerez lazim in, da ku malpera me bixebite, û loma nikarin bên redkirin. Lê belê, tu dikarî çerezên din, ên ku tenê ji bo pêşxistina rihetiya bikaranînê tên bikaranîn, red bikî. Ev dane wê tu carî neyên firotin û ji bo bazarkariyê neyên bikaranîn. Ji bo zêdetir agahiyê, Siyaseta Cîhanî ya ji bo Bikaranîna Çerezan û Teknolojiyên Din bixwîne. Tu kengê dixwazî, tu dikarî eyarên xwe li bin Eyarên Veşarîtiyê li gor tercîhên xwe biguherînî.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe Bi Pêş Bixe; Ziyareta Dubare

Di Xizmetê de Hunerên Xwe Bi Pêş Bixe; Ziyareta Dubare

EV ÇIMA MUHIM E? Gelek kesên ku guh didin mizgîna Padîşahiyê li rastiya Xwedê digerin (Îş 55:6). Ji bo ku em karibin rastiyê ji wan re bielimînin, gerek em dîsa û dîsa herin ba wan. Derdê her kesî cuda ye, loma em nikarin her tim eynî tiştan bibêjin. Dîsa jî, wê baş be ku em rind haziriyê bikin û ji bo her ziyaretê planan çêkin. Armanca me jî ev e ku em dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin.

Xwişk hazir dibe ji bo ziyareta dubare

ÇAWA TÊ KIRIN?

Du xwişk ziyareta dubare dikin û vîdeo lêdidin
  • Dereng nemîne. Di nava çend rojan de here (Mt 13:19).

  • Nazik û hurmetdar be. Dilrihet be.

  • Serê pêşîn ji dil silav bike. Navê xwediyê malê bîne ziman. Bibêje ku tu çima hatiye. Mesela, dibe ku tu dixwazî cewaba pirsekê bidî, kovara nû bidî, malpera me nîşan bidî, vîdeoyekê lêdî an nîşan bidî ku kursa Kitêba Pîroz çawa tê îdare kirin. Eger xwediyê malê dixwaze li ser mijareke din sohbet bike, pêşkêşa xwe biguherîne (Flp 2:4).

  • Av bide tovê rastiyê yê ku li dilê xwediyê malê hatiye çandin. Ji bo vê, ayetekê bixwîne û belkî jî weşanekê bide (1Kr 3:6). Pê re eleqedar be.

  • Ji bo ziyareteke din zemîn çêke.