WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Gelo Tu Dikarî Wext û Qeweta Xwe ji bo Yehowa Xerc Bikî?

Gelo Tu Dikarî Wext û Qeweta Xwe ji bo Yehowa Xerc Bikî?
Birayek bi kêfxweşî di projeyeke avakirinê de dixebite.

Wekî ku Îşaya pêxember ji berê de gotibû, teşkîlata Yehowa niha pir zû mezin dibe (Îş 54:2). Ji ber vê yekê, em hewceyî gelek Salonên Îbadetê, Salonên ji bo Civînên Mezin û avahiyên Beytelê ne. Piştî avakirina van avahiyan, car caran lazim dibe ku ew bên tamîr kirin, û bi zeman re lazim dibe ku hin ji wan bên nû kirin. Ev yek çi fersendan dide me ku em wext û qeweta xwe ji bo Yehowa xerc bikin?

  • Gava dora koma me tê ku Salona Îbadetê paqij bike, em dikarin tevî koma xwe hevkariyê bikin.

  • Em dikarin bibêjin ku em hazir in ku ji bo xwedîkirina Salona Îbadetê perwerdeyê bistînin.

  • Eger em dixwazin li herêma xwe di projeyên avakirin û tamîrkirinê de bixebitin, em dikarin forma DC-50yî tije bikin.

  • Eger em dixwazin ji bo heftiyekê yan dirêjtir di îşê Beytelê de bixebitin, em dikarin forma A-19an tije bikin.

LI VÎDEOYA PROÊKTA AVAKIRINA TEZE, HATE HAZIRKIRINÊ; PAREK (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Ji sala 2014an û pê ve, bikaranîna vîdeoyan çawa zêde bûye?

  • Ji bo hazirkirina vîdeoyan, kîjan proje wê dest pê bike, û ev proje wê çi qas wext bikişîne?

  • Xwişk û birayên dilxwaz çawa dikarin di vê projeyê de alîkariyê bidin?

  • Eger em dixwazin li Ramapoyê di îşê avakirinê de bixebitin, wê çima baş be ku em forma DC-50yî tije bikin û li herêma xwe di projeyên avakirinê de bixebitin?

  • Çi îsbat dike ku Yehowa rêberiya vê projeyê dike?

  • Eger em nikarin di îşê avakirinê de bixebitin jî, em çawa dikarin piştgiriya vê projeyê bikin?